Festîvalên Filman yan Rojên Filman

Ferat KEVIR nivîsand —

Duşem 27 Mijdar 2023 - 10:57

Yekemîn Festîvala Filman a ku li cîhanê hat lidarxistin, Festîvala Filman a Navneteweyî ya Venedîkê ye, û Festîval sala 1932´yan di bin banê Bîenala Venedîkê de hatiye saz kirin. Festîval bi xwesteka rêjima Dîktator a Mussolini tê organîzekirin. Yekemîn armanca wan ew e ku Festîval hêza rejîma faşîst zêde bike, naskirina navneteweyî û belavkirina filmên Îtalî bi lez bike û neteweperestiyê teşwîq bike. Sînema belkî amûra hunerî ya herî bi bandor bû ku ji hêla Mussolini û rejîmên faşîst ve hate bikaranîn da ku faşîzmê xurttir bikin. Di salên 1934-1942´yan de jî Xelata yekem jî dîsa li ser navê Mussolini tê dayîn.

Di sala 1939´an de li hemberî Festîvala Venedikê, li bajarê Fransayê Cannesê festîval tê birêxistinkirin, lê bes ji ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Festîval hîna nû di 1946´an de hat lidarxistin. Belavbûna Festîvalan li cîhanê jî piştî salên 1960´î zêdetir dibe û kêm zêde, li her dewletê festîvalên filman tên organîzekirin.

Herçiqas yekemîn festîval bi rêya rejîmeke faşîst hatibe organizkirin jî bandora festîvalan li ser sînemayê û bi taybetî jî li ser wî bajarê ku lê te orgaznîzekirin, mezin e. Salê carekê, bi piştgiriya şaredarî, wezarata çandê, saziyên serbixwe, karmend û wekî din, di navbera hefteyekê, deh rojan de li bajêr film têne pêşkêşkirin.

Temaşevan bi tevlêbûna sînemakaran li filman temaşe dikin. Bi cûr bi cûr rûniştinan, nîqaş li ser sînemaye tê kirin û ji bo projeyên nû, fikrên cuda derdikevin holê. Di encamê de Filmên serketî ji aliye jurîyan ve tên diyarkirin. Ji bo her beşê, film  û lîstikvan tên xelat kirin. Bi van xelatan, rewşa lîstikvanan û sînemakaran  a madî û manewî baş dibe û ji bo projeyên xwe yên nû jî motîve dibin.

Wek gelek waran, warê sînemayê jî ji bo Kurdan warekî nû ye. Berî bi deh salan, hê li ser wê yekê ka sînemaya Kurdî heye yan na, nîqaş dihatin kirin. Baş e ku êdî em gihiştin encamekê. Îcar me nav li sînemaya xwe kir û me jî kevçiye xwe kire nava savara gelan de. Me jî ji xwe re Festîval amade kirin, lê destîvalên me bi taybetî ne yên sînemayê bûn, ew bêhtir ên çandê bûn û di bernameyên da jî çend filmên Kurdî yan jî Tirkî hebûn.

Kêm zêde, ev panzdeh bîst sal in ku li Ewrûpayê li sê bajarên (London, Berlîn, Hamburg) mezin li ser navê Festîvala Filmên Kurdî, festîval tên organîze kirin. Lê bes, yek çiqasî dikare bêje wan Festîvalên Filman, ew cihê nîqaşê ye. Taybetiyên Festîvalên Filman di nava xwe de nahewênin. Ne juriyeke serbixwe heye ku bi rastî balê bibe ser sînemaya Kurdî, ne bergeheke neteweyî heye ku filman hemûyan bispêre xwe, ne jî xelatên wan hene ku piştevaniya sînemakar û lîstikvanan bike.

Bernameyên wan qels in û zêde bala sînemahêzên Kurd ên li dîasporayê û temaşevanên biyanî nakişênin. Cih nîne ku mirov tê de arîşeyên sînemakarên Kurd ên li dîasporayê bîne ziman û jê re li çareseriyan bigere! Wek meseleya xal û xwarzê di navbera xwe de çend rojan li filman temaşe dikin û heya sala pêşiya me, civata xwe belav dikin. Herwiha bi vê qelsiya Bernameyên xwe, alikariya piştevaniyê jî ji şardeşarî û sazîyên wan bajaran kêm digirin û bi vê kêmasiyê qels dimînin. Hê negihîştina asta festîvalekê û mirov dikare wan weke Rojên Filman ên Kurdî pênase bike.

Kurt û Kurmancî, di paşerojê de ez bawer dikim ku ev organizasyon wê xwe ji asta “Rojên Filman” bigihînin asta “Festîvalan” û bi juriyên serbixwe, bi bernameyên têr û tije wê bi Kurdiyeke zelal û bergeheke fireh, sînemakar û filmên Kurdî hemûyan di bin banê xwe kom bikin û birastî piştevaniya sînemaya Kurdî wê bikin! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.