Guliyên hişk ên li ber bayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:22

Derhênerê Macarî Bela Tarr bi filmê xwe yê Satantango behsa welatekî wiha dike,’’ ku di meha cotmehê de rêyên wê bi herî û ritamê hatine girtin. Weletekî ji dinyayê qutbûyî…” Her wiha ew behsa guliyên hişk ango insanên ku baskên wan hatine perpisandin jî dike.

ARDÎN DÎREN

“Ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn min çi sermîyan hebe

                                                                                           Selîm Temo/Keştiya Bayê

Herçî derhênerê çê û dilsoz e, hin tiştan bi temaşevanan nade famkirin lê dide hîs kirin. Yanî beriya ew bi hin metafor û dîmenan maneyan ava bike hestan li hev dijidîne û vê yekê bi rêya îmajan pêk tîne. Jixwe derhêner ew e ku bi rêya îmaj û dîmenan ruhekî sînemayî ava bike. Filmê bi navê “Sátántangó” (Tangoya Şeytên) ê derhênerê Macarî Bela Tarr jî weke birceke ji îmajan e; îmajên ku di atmosfereke bêhempa de hatine girtin rasterast xitabî hestên insanan dikin û piştî çavê mirov li van îmajan diheliqe mirov nikare çavê xwe ji ser van îmajan bide alî û her dixwaze li dîmenên sînematografîk binihêre heta ku film bînê li mirovî diçikîne. Film bêhnê li mirov diçikîne ji lewma “Satantango” filmekî bi qasî 7 saetan dirêj e. Her wiha film temaşevanan diwestîne jî û gelek caran jî aciz dike. 

Heger temaşevanekî qewî nîn be kesê ku li vî filmî temaşe dike ew ê nikaribe bi rehetî heta dawiyê li fîlm binere. Di ser de jî gotineke bi vî rengî ya derhênerê film Bela Tarr heye; “Heger hûn vî filmî di carekê de biqedînin û qet navber nedin temaşekirinê ew ê baştir be, bi vî awayî hûnê xizmetê ji armanca filmî re bikin.” Derhêner bi van gotinan barê li ser pişta temaşevan girantir dike û balê dibe ser mefhûma “wext” ku ji bo derhêner ji çîroka film girîngtir e. Ji lewma girîngiya wext wiha rave dike Bela Tarr; “Ez zêde girîngiyê nadim çîrokan û wan piçûk dibînim. Ji ber ku çîrok hewl didin insanan bi hin tiştan bidin bawer kirin. Di vî filmî de gava em ji rewşekê derdikevin û dikevin rewşeke cuda ti tişt naguhere; tenê em dikarin behsa wext bikin ku ew ji her tiştî girîngtir e. Tenê rastiyek heye ew jî ev wext bi xwe ye; sal, roj, saet, deqîqe û saniye.”

Her wiha derhêner ji bo filmê xwe vî tiştî jî dibêje; “Pirr hêrs dibim gava dibêjen filmê ‘Satantango’ li ser ekranên telefonê temaşe dikin. Ev yek dilê min diêşîne. Ev film ji bo ekranên mezin hatiye sêwirandin û bi vê armancê hatiye çêkirin.” Derhêner bi vî awayî balê dibe ser medyaya civakî ya ku her tiştî bêyî cûtin dadiqurtîne! Ji lewma hin berhem hene wext û mekanekî cuda divê ji bo ku ew werin hîskirin û famkirin. Filmê “Satantango” jî ekranên mezin heq dike û divê li ser ekranên mezin werin temaşekirin.

Welatekî ji dinyayê qutbûyî û îzolasyon

Plan-sekansên ku jiyanê ji hev qut nakin û bi halê wê yê dirêj nîşan dide. Filmê “Satantango” yê Bela Tarr destaneke ji dîmenan e. Destaneke ku bi serpêhatiya weletakî dadikeve. Destaneke ku têkçûyîn û libendêmayînê bi rêya dîmenên reş û spî vedibêje. Weke ku destpêka film de jî dibuhire; “Welatekî ku di meha cotmehê de rêyên wê bi herî û ritamê hatine girtin. Weletekî ji dinyayê qutbûyî…” Bela Tarr dîmenên film li deştên Hotobagy ên Macarîstanê girtine. Mekanê ku ji bo film hatiye neqandin atmosfereke bi qeswet ava kiriye. Bela Tarr ji bo pêvajoya girtina dîmenan ên filmên “Satantango” dibêje; “Ji bo film temam bibe me li deştên Macarîstanê 121 roj bihurandin. Ev yek di warê fizîkî de gelek zorê da me û wextên berbad bûn. Lê di warê hişmendî de rojên bêhempa bûn; wext û îzolasyon hişt ku em bi hin meseleyan dakevin û wan hîs bikin.”

Barana min paqij nake lê çamûrê ava dike

Bella Tarr bi vî filmî serpêhatiya wan kesên ku di vî welatî de asê mane vedibêje. Qeswet, baran, deşt, beriyeke fireh û rengekî gewr ê sînemayî temaşevan ber bi serpêhatiya karakteran ve dikişkişîne û dike hevparê film. Ew kesên li bendê ne ku hinek werin wan xelas bikin. Ew kesên ku di nav çamûrê de digevizin û her dimînin di wê çamûrê de. Ma ne Bela Tarr bû ji bo çamûr û barana di filmên xwe de digot; “Tarkovsky ji xwedê bawer dike. Gava di filmên xwe de baranê dibarîne di maneya pakbûnê de bikartîne û barana wî insanan paqij dike. Lê barana di filmên min de insanan paqij nake berevajî vî tiştî çamûrê ava dike.” Bella Tarr derhênerekî nihîlîst e û ji hîçîtiyê îlhamê werdigire. Ji lewma baran û çamûra di filmê “Satantango” de di heman demê de dibe zimanê sînemaya wî jî eynî weke wî rengê gewr ê ku di filmên xwe de bikartîne. 

Guliyên hişk ên li ber bayê…

Filmê “Satantango” her çend dirêj be jî ew behsa du rojan dike. Film ji 12 beşan pêk tê û di her beşekê de serpêhatiyeke cuda tê ravekirin. Kesekî bi navê Irimias tevî hevalê xwe Petrina vedigere bajarokê xwe. Film di esasê xwe de li ser vê vegerê disekine. Yanî encama veger û ji nûve derketina holê ya Irimias tê nirxandin di van beşan de. Ji lewma kesên li vî bajarokê dijîn li benda “xelasker”ekî ne û haziriya wê yekê dikin ku ji vî bajarokê bi “nalet” xelas bibin. Irimias kesekî weke filozof û helbestvanan e. Ji axavtinên wî em fam dikin ku gundiyan tawanbar dike û ji wan re dibêje; “Hemû jî kole bûn û heta hetayê jî ew ê weke koleyan bimînin!” Her wiha ev axavtina li jêr ya di navbera Irimias û Petrina de jî hal û wextê karakterên di film de û rewşa bajarokê ku lê dijîn baş rave dike;

“Her du saet du wextên cuda nîşan didin.

Her du jî xelet in elbet.

Ya li wê hêlê pirr hêdî ye.

Ya din jî ji dêvla ku wext bide nîşandan balê dibe ser rewşa me ya bê hêvî.

Em eynî weke guliyên hişk ên li ber bayê ne, nikarin xwe biparêzin.”

Reşbînên jidil kî ne?

Ji ber çamûr, baran û mirovên xemgîn ên di film de û dîmenên bi ximam ên reş û spî, Bela Tarr her tim weke derhênerekî “reşbîn” hate sûcdarkirin. Her wiha filmên wî jî weke nimûneyên reşbîn ên sînemayê hatin nîşandan. Lê Bela Tarr ti carî ev tiştî qebûl nekir û kesên ew reşbîn nîşan dan wiha bersivand; “Hemû filmên min xweşbîn in! Bila kes şaş fam neke! Reşbînên jidil kî ne? Ew kes in ku hildikişin ser avahiyekê an jî darekê û xwe ji wir davêjin erdê, reşbîn ew in! Ma reşbînekî jidil qet di 4’ê serê sibehê de şiyar dibe û di sermayê de malzemeyan li pişta xwe dike da ku filmekî çêbike? Ji lewma dikarim bibêjim hemû filmên min xweşbîn in. Gava kesek rabe filmekî 7 saet û nîv diajo çêbike tê wê maneyê ku ew vê dinyaya heyî qebûl nake û li hember vê dinyayê radibe.”

Muzîk karakterê min ê sereke ye

Muzîkên filmê “Satantango” jî ji hêla lîstikvanê sereke Mihaly Vig ve hatine çêkirin. Mihaly Vig muzîkên bêhempa sêwirandine ji bo filmê “Satantango”. Muzîkên ku dîmenên bi qeswet ên Bela Tarr temam dikin û film heta dawiyê bi temaşevan didin temaşekirinê. Bela Tarr hema bêje di hemû filmên xwe de bi Mihaly Vig re xebitiye û muzîkê weke karakrterên xwe yên sereke yên filman dibîne. Ji lewma nirxandineke bi vî rengî dike; “Ez her tim derdikevim nêçîrê. Beriya ku dest bi girtina dîmenên filmên xwe bikim bi qasî du salan digerim da ku çavdêriyên xwe baştir bikim. Divê hûn baş hay ji kesayeta insanan hebin. Heger hûn çavdêrên baş bin hûn ê zû bi ser bikevin. Muzîk ji bo filmên min pirr girîng in. Ez muzîkê weke karakterê xwe yê sereke dibînim. Her tim bi heman bestekar û ekîbê re dixebitim. Bi vî awayî pirsgirêk kêmtir dibin ji bo filmên min.”

Naxwazim heman çîrokan dubare bikim!

Bela Tarr nihêrîna xwe ya ji bo sînemayê bi van hevokan rave dike; “Çîrok û serpêhatî qet ne xema min in. Ti carî jî nebûn. Hemû çîrok eynî ne. Qet çîrokên me yên nû tine ne. Em her tim heman çîrokê dubare dikin. Gava ez filmekî çêdikim jî bala min qet ne li ser çîrokê ye. Û ji xwe film ne çîrok e. Film ji îmaj, deng û gelek hestên din pêk tê.” Bela Tarr piştî filmê “A Torinoi Lo-2011” (Hespê Torîno) dev ji çêkirina filman berda û got; “Tiştên bibêjim bi dawî bûn, êdî naxwazim heman çîrokan dubare bikim.” Bella Tarr dev ji çêkirina filman berda lê dev ji sînemayê berneda! Wî di sala 2013’an de li Saraybosnayê dibistaneke sînemayê ya bi navê “Film Factory” vekir û di sala 2016’an de jî bi temamî li Saraybosnayê bi cih bû. Bela Tarr bi rêya vê dibistanê sînemavanên nû perwerde dike û hewl dide piştevaniya sînemavanên afirîner bike. Her wiha ew gelek derhêner û lîstikvanên navdar jî vedixwîne dibistanê da ku ders bidin şagirtên sînemayê.

 

Şeş gav pêşde û şeş gav jî paşde

Filmê “Satantango” di sala 1994’an de hatiye çêkirin. Di dîroka sînemayê de weke şahkarekî tê nirxandin ev film. Derhêner Bela Tarr vî filmî ji ber romana nivîskarê Macarî Laslo Krasznahorki adapteyî sînemayê kiriye. Bela Tarr di sala 1985’an de difikire ku filmê romanê çêbike lê ji ber polîtîkayên hişk ên hikûmeta Macarîstanê ancax dikare film di sala 1994’an de temam bike. Film ji 7 saet û nîvê pêk tê û zimanê filmî jî Macarî ye. Film balê dibe ser Macarîstana piştî komûnîzmê û bûyerên di film de bêhtir li kalhozeke Macarîstanî ya ji dema Komûnîzmê maye dibuhirin. Bela Tarr filmê xwe dişibîne dansa tangoyê; tangoya ku şeş gav pêşde û şeş gav jî paşde tê lîstin. Ji xwe film jî ji 12 beşan pêk tê. Bela Tarr destpêk û dawiyê dişibîne hev. Ji xwe film jî di dawiyê de vedigere serî û navê beşa dawî jî wiha ye; “Çember tengtir dibe”. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.