Gênco li xêzkara/ê xwe digere!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Adar 2024 - 00:59

Derhêner Alî Kemal Çinar li ser hesabên medyaya civakî da zanîn ku ew ji bo projeya xwe ya xêzeroman a bi navê “Gênco” li xêzkarekê/î digere.

Daxuyaniya kurt ya ji bo projeya xêzeromana “Gênco” ev e;

“Gênco bi filmê metraj-dirêj tev li cîhana me ya çandî bû. Em dixwazin ku macerayên Gênco jî, wekî yên her superlehengî, di rûpelên xêzeromanan da bibînin; loma me dest bi projeyekê kir û em li xêzkarekê/î digerin ku zimanê wê/wî yê dayikê kurdî ye, da ku bi me ra bixebite.

Wê lînkê bi me ra parve bikin ku we portfolyo û CVya xwe wekî dosyeyekê bi formata ‘.zip’ an jî ‘.rar’ bar kiriye. Hûn dikarin platformên şandina dosyeyan yên wekî Wetransferê an jî qadên depokirinê yên şexsî yên wekî Google Driveê bi kar bînin.”

Ji bo têkiliyê hûn dikarin ji maîla gencocomicbook@gmail.com re binivisînin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.