Almodovar filmekî nû çêdike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 03:25

Derhênerê Spanyolî Pedro Almodovar da zanîn ku ew ê filmekî nû yê bi navê “The Room Next Door” çêbike û di filmên wî de ew ê lîstikvanên weke Tilda Swinton û Juliene Moore cih digirin. 

Pedro Almodovar cara yekem ew ê filmekî bi zimanê Ingilîzî çêbike. Dîmenên filmên wî yên nû jî ew ê di demsala bihara 2024’an de li New York û Madrîdê werin girtin. Filmê dawî yê Pedro Almodovar ê bi navê “Madres Paralelas” (Dayikên Paralel) ku sala 2021’an çêkiribû li Festîvala Filman a Venedîkê promiyera xwe pêk anî bû û her wiha di du beşên Xelatên Oscarê de jî xelat wergirtibûn.

Pedro Almadovar sala 1949’an li Spanyayê hatiye dinyayê û yekem filmê xwe yê metrajedirêj yê bi navê "Pepi, Luci, Bom y otras chicas del montón" sala 1980’an çêkiriye. Ew weke derhênerekî resen tê zanîn. Ew di filmên xwe de dekor û rengên pirr zindî bikartîne. Her wiha di gelek filmên xwe de jî vegotineke kompleks ango tevlîhev bikartîne.

MADRÎD 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.