ŞEHBA/ANHA
LÎNDA ŞÊX

Komîteya Çand û Huner a Şehbayê li ser filmeke sînemayê ya nû ya bi navê "Çîroka Koçberekî" dixebite û tê payîn ku film di demeke nêz de li kantona Şehbayê were nîşandan. 

Komîteya Çand û Huner a kantona Şehbayê, xebata li ser filma "Çîroka Koçberekî" dewam dike. Nivîskar û derhênerê filmê, endamê rêveber ê Komîteya Çand û Huner a Şehbayê, Abdulezîz El-Kosa ye. Çîroka filmê rastiyeke biêş dem şer e.

Abdulezîz El-Kosa got, filma Çîroka Koçberekî ji du beşên sereke pêk tê, beşa yekê bi navê "Dara Payîzê" ye. Tê de serhatiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên li dijî wan hene. 

Li ser beşa duyê, El-Kosa dibêje, "Sernavê duyemîn ´Nobetdarê Goristanê´ ye. Tê de nobetdar çîroka xwe ji gorê re dibêje. Di nivîsê de mirî bi hev re nîqaş dikin, li malbatên xwe û li sedema sernedana wan a gorê ji salan ve dipirsin. Nobetdar hewl dide vê yekê ji hevalên xwe re bibêje, lê tu kes jê bawer nake û wî bi dîtina xeyalan tawanbar dikin."