Filma li ser kitêbê mayî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:38

  • Kitêba bi navê “Jodorowsky’s Dune” ya derhênerê navdar Alejandro Jodorowsky, ji ber kitêba “Dune” ya Frank Herbert girtibû, di dawiya vê mehê de dê bi mezatê were firotin.

Kitêba bi navê “Jodorowsky’s Dune” ya derhênerê navdar Alejandro Jodorowsky, ji ber kitêba “Dune” ya Frank Herbert girtibû, di dawiya vê mehê de dê bi mezatê were firotin. Jodorowsky sala 1974’an xwestibû ji ber kitêbê filmekê çêke, lê ji ber pirsgirêkên aborî wî nikaribû filmê çêke û ji lewma jî kitêba ku ji bo film hazir kiribû, di destê wî de mabû.

Jodorowsky, di kitêbê de behsa planên xwe yên ji bo filmê dike û her tişta filmê jî sêwirandiye. Yanî li gorî kitêbê her tişt hazir bû ku film were çêkirin, lê ji ber aboriyê tişta ku Jodorowsky ji bo filmê sêwirand tenê li ser kitêbê ma. 

Amadekariyên wî yên ji bo stûdyoyê, sehne, konsept, karakter û xêzên wî yên ji bo sehne û dîmenên filmê, giş di kitêbê de cih digirin. Li gorî mala mezatê, ev kitêba Jodorowsky di dinyayê de di nav 10 yan jî 20 kopyayê kitêbê de ye. Li gorî texmînan, ev kitêb wê di navbera 25 û 35 hezar euroyî de were firotin.

Di kadroya filma Jodorowsky de Salvador Dali, Orson Welles, Gloria Swanson, David Carradine û Mick Jagger hebûn.

Heta, wê demê Dalî, ji bo rola ku bike ji Jodorowsky gelek pere xwestibûn, lê li hember vê helwêsta Dalî, Jodorowsky rola wî kin kiribû û xwestibû mankeneke ne zindî li şûna wî bide lîstin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.