Amadekariya filma ‘Nameyên ji Şengalê’ di sala 2018’an de dest pê kir. Film ji aliyê Produksiyona Nûjiyan û derhêner Dersîm Zêrevan ve hatiye çêkirin. Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ fikra drama û belgefilmê di hundirê xwe de dihewîne. Film ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de nameyek xuya dike. Film li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nîşandan, her wiha niha jî li seranserî Ewrûpa tê nîşandan. Derbarê naverok û mijara film de lîstikvana filma ‘Nameyên ji Şengalê’ Roza Mistefa peyivî.
Roza Mistefa diyar kir ku dema navê wê weke lîstikvana sereke hate hilbijartin derbasî Şengalê bû û got: “Di gava yekem de dema navê min ji bo filma ‘Nameyên ji Şengalê’ hate hilbijartin, min berê xwe da Şengalê. Di wan salan de hem ji aliyê hêzên Iraqê ve hem jî ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve zext û zehmetiyek mezin li ser gelê Şengalê hebû. Dixwastin ev tesîr û zext li ser filma me jî çêbibe, lê dema gel didît em berhemek ji bo wan çêdikin, kêfxweş dibûn û dizanîn em êşa wan dighînin her derê. Filma me ji jinan pêk dihat û ji her aliyên Kurdistanê jin beşdarî vê xebatê bûn.”
Hevgirtina gel û şervanan hebû
Roza Mistefa destnîşan kir ku ew wek şervanek cihê xwe di filmê de girtiye û got: “Rola min jî ez şervanek bûm û di destpêkê fermanê de bi gelê Şengalê re bûm. Dema min senaryoya vê şervanê xwend ji min re giran hat û rola ku diket li ser milê min divê ez keda wê şervanê baş bidim xuya kirin. Min xwest ez rola wê şervanê xweş û li gor keda ku di wan deman de daye pêk bînim. Ev film bandorek mezin li kesayeta min kir. Ew şervan dixwest gele xwe bighîne cihê aram û li hember wê yekê şer dikir û gel diparastin. Her wiha di senaryoyê de moral, alîkarî û girêdanbûnek di navbera şervanan û gel de hebû. Di heman demê de xuya dikir ku gel li pişt şervana ne û şervan jî pişta gel digirtin. Bi vî awayî ruh û moralek ava bûbû.”
Zehmet bû lê me film qedand
Roza Mistefa herî dawî diyar kir hêviya wan ew e ku ev film bi awayekî baş bê dîtin û got: “Em bi hêvî ne ev film li gor dilê gelê me be. Ev film ji bo her Kurdekî ezmûnek e. Ewqas fermanên mezin bi ser gelê Şengalê hatin û ser wan hat girtin, lê me nexwest ev fermana dawî li ser bê girtin. Film fermanê nade jibîrikirin. Îro ev film rastiya wê fermanê raber dike û ji dîrokê re weke mîrasekê ma. Em hemû jî êşa wî gelê dizanin bê ka wan çi jiya. Bi hêviya xelk karê me biecibîne. Me jî di dema kêşana filmê de gelek zehmetî dîtin û hêzên ku êrîşî gel dikirin, bandor li ser karê me jî dikir. Ruxmê wê jî bi îradeya gel û îradeya ekîba filmê ev film çêbû.”
NÛJÎNHA/QAMIŞLO