FFK a Berlînê dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Îlon 2020 - 23:00

  • Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê wê li ser înternetê ji 8´ê Cotmehê heta bi 31´ê wê dewam bike. 

Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê (FFK a Berlînê) îsal wê di navbera 8 û 14´ê Cotmehê de bibe. Di festîvalê de qederê 70 filmî bên nîşandan. Ji ber şewba vîrûsa koronayê, nîşandana filman wê fizîkî sînordarkirî be. Heta dawiya Cotmehê bi xwe online, xelk wê karibe li filmên festîvalê temaşe bike. Yanî FFK a Berlînê wê li ser înternetê ji 8´ê Cotmehê heta bi 31´ê wê dewam bike.
Nîşandana filman a fizîkî ya ji 8 ta 14´ê Cotmehê wê bi hejmareke kêmkirî ya temaşekeran li sînemayên Babylon Mitte, Moviemento û Ulme35 bibe. Merasîma vekirinê jî wê li sînemaya Babylon Mitte bibe û li vir filma derhênera Yewnan Yunan yönetmen Daphne Charizani a bi navê Sisters Apart (2020) bê nîşandan. Premiyera xwe ya dinyayê filmê di Festîvala Filman a Berlînê de kiribû. Film behsa eskereke Kurd a di artêşa Elman de dike ku ji bo dîtina xwişka xwe berê xwe dide Başûrê kurdistanê û Iraqê. Di festîvalê de wê hefteyekê 20 filmên sêwirandî yên metrajdirîj bîn nîşandan. Ji bilî wan wê bijareyeke filmên sînemaya ceribandinê jî bê nîşandan. Paner û pirs û û bersivên festîvalê hemû wê online bên weşandin.

Yola Guney bi kopya nû

FFK a Berlînê îsal berê xwe dide sênemaya Kurd li Bakurê Kurdistanê. Wê ji sê nifşên sînemakerên Kurd ji Tirkiyeyê film bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de qederê 40 filmên metrajdirêj, belgefilm, yên ceribandinê û yên zarokan wê bên nîşandan. Di beşa bi navê “Focus” de jî filma Yilmaz Guney ya bi navê Yol bi halê xwe yê temîrkirî wê bê nîşandan.
Wekî din filma toz Bezî ya Ahu Ozturk û filma Kilama Dayîka min a derhêner Erol Mîntaş, Filma Rauf a Soner Caner û Barış Kaya, filma Dengê bavê min a Zeynel Dogan û Orhan Eskikoy, û filma Momê ya derhêner Rodî Guven Yalçinkaya wê di vê beşê de bên nîşandan.
Belgefilmên Kazım Oz (Dûr), Berke Baş û Melis Birder (Baglar/Bax), Selim Yildiz (Tê bîra min), Guliz Saglam (Jin behsa Cizîr û Slopiyayê dikin) û Ruken Tekeş (Aether) jî di beşa "Focus" a festîvalê de tên nîşandan.

Pêşbirka kurtefilman

Ji bo destekkirina sînemavanên ciwan, îsal pêşbirka kurtefilman jî heye. Ji sedam kurtefilmên miracaetî festîvalê kirî, 12 jê hatin hilbijartin da ku di festîvalê de bêîn nîşandan. Jûriya pêşbirkê ji Soleen Yusuf, Nazmi Kirik û dîrektorê Înstîtuya Goethe Thomas Kössler ne. Sê filmên bibin yekemîn wê xelatan wergirin.
Ji ber deh saliya festîvalê online 10 filmên berê beşdarî festîvalê bûne û xelatwergirtine tên nîşandan. Nîşandanên online 15´ê Tebaxê destpêkirin û wê heta dawiya salê jî dewam bike.
Di festîvalê de konserên online yên Ciwan Haco, Rojda, Kerem Gerdenzêrî û Hanî hebin,
Senatoya Berlînê û Înstîtuya Goethe destekê didin festîvalê. Derhêneriya hunerî ya vê festîvala dehan Lea Drescher dike, koordînatora festîvalê Katherina Nasterowa û Roj Younus dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.