Festîvala Venedîkê ya Filman dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Tebax 2024 - 00:50

Festîvala Venedîkê ya Filman ku cara 81’an tê lidar xistin bi filmê “Beetlejuice Beetlejuice” dest pê kir. Derhênênerê film Tim Burton û lîstikvanên film Monica Bellucî, Jenna Ortega û Willem Dafoe li ser merşa sor meşiyan û tevlî nîşandan film bûn. 

Serokê juriya festîvalê îsal aktrîsa navdar a Fransî Isabelle Huppert e. Huppert di axavtina destpêkê de got; “Pirr kêfxweşim ku îro li vir im. Lê ez nizanim ez ê îşev bi kîjan zimanî biaxivim. Min ji xwe pirsî û gihiştîm vê encamê; zimanekî ku heta hetayê dikare bijî û ti kesî piçûk nebîne zimanê sînemayê ye. Ew zimanekî gerdûnî ye.”

Festîvala Venedîkê ya Filman ew ê di 7’ê meha Îlonê de bi dawî bibe. Xelata “Şêrê Zêrîn” ku weke xelata herî baş a festîvalê tê zanîn jî ew ê heman roj diyar bibe. Her wiha filmên din ên ku beşdarî pêşbirkê bûne jî ew ê di vê rojê de xelatê xwe bigirin. Bi tevahî 21 film ji bo xelata “Şêrê Zêrîn” ketine qayişkêşanê. 

VENEDÎK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.