Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê îsal cara 14’an di navbera 22 û 26’ê Mijdarê de hate lidarxistin. Piştî ku festîval bi dawî bû, xelat hatin belavkirin.
Kamiran Betasî bi filmê xwe yê “Jûra Piçûk” xelata ‘Derhênerê Herî Serketî’, Derya Uygurlar bi kurtefilmê xwe yê “Baby Ant” xelata ‘Kurtefilmê Herî Serketî’, filmê Çîmen Şevîşoglu Çetîn û Gokhan Çetînî yê “Ronahiya Malê” jî xelata ‘Mansîyona Taybet’ wergirt.
Belgefilmê Aylîn Kuryel û Firat Yucelî “Wergerandina Ulyssesê” ‘Xelata Taybet a Jurîyê’, belgefilmê Xelîl Sehragerdî yê “Dartash” jî xelata ‘Belgefilmê Herî Serketî’ girtin.
Di Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê de îsal kurtefilm, belgefilm û filmên metrajedirêj hatin nîşandan û her wiha li ser sînemaya Kurdî panel û hevpeyvîn jî pêk hatin, tevî pêşangeheke hunermendê Kurd Luqman Ehmed.
HAMBURG