Festîvala Dihokê li benda filman e

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Hezîran 2021 - 03:15

Festîvala Filman ya Dihokê ya Navneteweyî cara 8’an dê were lidarxistin. Festîvala filman par ji ber pandemiya ji ber vîrusa koronayê hatibû taloqkirin.

Festîvalê da zanîn ku ji bo serîlêdanan ew malpera xwe çalak kirine û kesên bixwazin filman bişînin di ser malpera festivalê re dikarin filmên xwe ji bo festîvalê bişînin.

Festîvala Filman ya Dihokê ya Navneteweyî weke her sal dîsa dê bi du beşên sereke filman bigire. Beşa “Sînemaya Dinyayê” û beşa “Sînemaya Kurdî”. Kesên bixwazin bi filmên xwe tevlî festîvalê bibin divê van beşan hilbijêrin û bi vî awayî miracaetî festîvalê bikin.
Festîval heya 1’ê Tebaxa 2021’an dê filman qebûl bike.

Sînemager û filmçêker dikarin bi rêya lînka li jêr tevlî festîvalê bibin;
https://submission.duhokiff.com/

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.