Festîvala 2'yan a Mardoso

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 5 Îlon 2022 - 02:36

Komeleya Çand a Suryan a Sûriyê, Festîvala 2`yan a Mardoso ya Çand û Hunerê Suryan li bajarê Hesekê li dar xist. Di Festîvalê de nûnerê komeleyê, Îbrahîm Admo got, “Erkê me ye em balê bikişînin ser dîroka çandê ya nûjen, ji ber ku armanca pêşîn û dawî ya dijmin, têkbirina destketiyan, di nav de qada çandê ye.”

Komeleya Çandê ya Suryan a Sûriyê doh li dêra Meryem Edra ya Hesekê Festîvala 2`yan a Mardoso da destpêkirin. Festîval îro û sibe jî dewam dike. Festîvalê li Hesekê dest pê kir, û îro û sibe wê bi çalakiyên li Qamişloyê dewam bike.

Di festîvalê de, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê, endamên Komeleya Çandê ya Suryan, gelek endamên saziyên sivîl û leşkerî, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena beşdar bûn.

Di festîvalê  de gelek berhemên cihereng ên çanda Suryan ji aliyê gelek koman ve hatin nîşandan. Di nava van koman de Koma Barmaya, Koma Koral a Ebid El Mesîh Qirbaşî û ciwanên Komeleya Çandê ya Suryan hene.

 

Çand têkoşîn azadî

Nûnerê Komeleya Çandê ya Suryanî Îbrahîm Admo di destpêka festîvalê de got, “Beriya salekê weke îro, me Festîvala 1`ê ya Mardoso li dar xist. Gaveke nû bû di dîroka Tevgera Pêşverû ya Suryan û Komeleya Çandê ya Suryan de li ser asta hunerî, çand û şaristanî.”

Admo axaftina xwe wiha dewam kir: “Ev destpêk berhema xwîna şehîdên azadiyê yên pêkhateyan hemûyan e. Berhema ked û xebata bênavber a komeleyê ye ku çandiye û niha berhev dike.”

Admo careke din soza pêkanîna peyama komeleyê ya di kongreya xwe ya yekemîn a sala 2008`an de daye ku çand, têkoşîn û azadî bû, da.

Admo wiha pê de çû: “Ji erkên me ye û tevî her şert û merca taybet a vê pêvajoyê, em balê dibin ser vê dîroka çandê ya nûjen, ji ber ku armanca pêşîn û dawîn a dijmin têkbirina destketiyan e û di nava van de destketiyên warê çandê hene.”

Roja yekê ya festîvalê bi xwendina helbestan bi dawî bû.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.