Fermandarê Şengalê Egîd Civyan

Yekşem 11 Cotmeh 2020 - 15:59

  • Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan tevî gerîla Hebûn û Canfeda şehîd bû.

Navenda Parastina Gel NPG'ê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan tevî gerîla Hebûn û Canfeda şehîd bûye û ev peyam da: "Bi sekna xwe ya fedayî ya li ser xeta Egîd û Zîlanan, ji bo me hemûyan asteke mînak a rasteqîn e."
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) wiha ye:
"11'ê Îlonê li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê, di şerekî li dijî hêzên dagirker mêtinger ên Tirk de fermandarê hêzên ku Li Şengalê li dijî fermana li ser civaka me ya Êzidî têkoşiya, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê me yê Herêma Botanê hevrê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û hevrêyên me Canfeda Goyî (Tekîn Yildirim) û Hebûn Girêspî (Xelîl Kavûs) şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em ji gelê Geverê yê welatparêz, gelê me yê herêma Botanê, hêzên gerîla yên leheng û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Soza ku me daye şehîdên xwe di şexsê van şehîdên xwe yên leheng de careke din dubare dikin.

Di hewara Şengalê de çû

Hevrê Egîd Civyan ewladekî Kurdistanê bû ku ji hembêza gelê Geverê yê welatparêz rabû. Li Zanîngeha Ûlûdagê sîstema ramanî ya Rêber Apo nas kir. Hevrê Egîd ku dilê wî ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê dida bi enerjiyê tijî bû, sala 1995'an zanîngeh terikand û tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve di nava 26 salan de timî li çiyayên Kurdistanê ma û her tim li eniyên herî pêş şer kir…
Piştî ku DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êriş bir ser Şengalê, hevrê Egîd fermandariya hêza dest li Şengalê werda da ser milê xwe. Kir ku di nava 8 rojan de 150 hezar mirovên me ji Çiyayê Şengalê bi rengekî serketî derbasî Rojava bibin.

Fermandarekî leheng ê Apoyî bû

Fermandarê hêja hevrê Egîd bi hestên xwe yên welatparêziyê, bi hişmendiya şoreşgerî û pêşdîtina xwe ya xurt, bû fermandarekî leheng ê Apoyî ku tatkîkên êrişê û parastinê bi rengekî aqilane koordîne dikir û di vê mijarê de mohra xwe danî binê serketineke mezin. Performansa ku wî di têkoşînê de nîşan da, tevî dilsoziya xwe ya bi gel û hevrêyên xwe re, her wiha li gel rêbaza xwe ya jiyanê ya ji dil, durust, wêrek û fedakar, bi sekna xwe ya fedayî ku di çalakiya dawî de li ser xeta Egîd û Zîlanan nîşan da, ji bo me hemûyan asteke mînak a rasteqîniyê ye.
Em kêfxweş û serbilind in ji ber ku em karîbûn bibin hevrêyên şervan û fermandarên bi vî rengî.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.