Fermandarê rûken ê fedayî

Duşem 30 Îlon 2024 - 03:10

HPG’ê, di salvegera şehadeta fermandarê fedaî yê Apoyî Baz Azad Pîro de, wî bi rêzdarî bibîr anî û got:“15 sal li nav refên gerîla, bêhesab, bê dudilî û bi awayekî fedaî têkoşîn meşand.”

HPG’ê ragihand ku di Îlona 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê fermandarê Apoyî yê fedaî hevrê Baz Azad Pîro di salvegera şehadete wî de bi rêzdarî bibîr tînin û wiha got:’’Hevrê Baz ê zarokê Amedê yê wêrek, ji dema tevlîbûna xwe heta şehadetê 15 salên ku di rêfên gerîla de bêhesab, bêteredut têkoşiya. Hevreyê me yê ku halê herî saf û paqij a fedaîtî îfade dike, bi dilê xwe yê paqij, kesayeta xwe ya durist û jidil, hevaltiya xwe ya bêhesab û xurt re di dilê her hevalê xwe yê têkoşînê de cih girt. Di cihên herî zehmet ê qadên gerîla de têkoşiya û bû îfadeya heqîqetbûna vîna Apoyî. Di gelek xebatên stratejik a partiya me de cih girt û bi sekna xwe ya mîlîtanî û kesayeta xwe ya cewherî bû layiqî baweriya hevalên xwe. Hevrê Baz ê bi felsefeya partiya me ya loqmayek û xirkayekî re ji Zagrosan heta Amadê, ji Kobanê û gelek deverên Kurdistanê bi çenteyê pişta xwe li pey hêviya azadiyê meşiya, têkoşiya û betirs şer kir. Em weke hevrêyên wî ji ber ku me fermanderek fedaî hevrê Azad Baz Pîro naskir û pê re mil bi mil ji bo heman xeyalan têkoşîn kiriye xwe bi şens dibînin. Em soz didin ku em ê bibin xwedî têkoşînekî ku layiqî bîranîna wî be û soza xwe ya serketinê nû dikin. Di serî de ji malbata hevrê Baz a hêja û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Kêliyekê jî dudilî nebû

Hevrê Baz ê ku li navçeya Pîranê ya Amedê di malbatekî welatparêz de hatiye dinê, di gundekî ku taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk xurt de mezin bû. Di sala 2005’an de ji Amadê tevlî refên gerîla bû. Hevrê Baz ê ku xwedî îdîayê fedayîtiyê bû û vê di her pratîkê de piştrast dikir, dît ku bi tevlîbûna Hêzên Taybet dikare vê îdîayê xwe pêk bîne. Hevreyê me yê ku ji xwe bi sekna xwe ya jiyanê û tevlîbûna xwe ve fedaî bû, bi pêşniyarê ku sala 2007’an kiribû re tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Baz ê ku weke fedaiyek Apoyî her tim xwe li gorî pêvajoyên zehmet amade kir, kêliyekê jî ji sekna xwe ya leşkerî û bîrdozî tawîz neda, li dijî hewldanên dijmin ên şerê taybet ku hewl dida bi rêbazên şerê taybet gerîla qels bike, her tim hişyar bû. Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ'ê bi talîmata dewleta Tirk êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kirin, bi dorpêçkirina Kobanê û hewldana fetisanedina şoreşê re hêrsa hevrêyê me yê fedaiyê gelê Kurd Baz mezintir kir. Weke fermandarekî Apoyî yê fedaî bê teredût, bi hizra divê li cem gelê me cih bigire û li dijî êrîşên qirkirinê şer bike, tevlî berxwedana Kobanê ya dîrokî bû. Hevrêyê me Baz ku li Kobanê peywira xwe bi serfirazî bi cih anî, piştre berê xwe dîsa da çiyayên Kurdistanê û xwe gihand warê gerîla ku ew xwe lê bêhtir azad hîs dikir. Hevrêyê me Baz ku giranî û cidiyeta peywir û berpirsyariyên ku bi cih anî weke fermandarekî pêşeng di hemû hucreyên xwe de hîs kir, ji bo ku erka xwe bi awayekî xurt bi cih bîne, xwe fedayê têkoşînê kir. Hevrêyê me  kesayeta xwe ya gihayî, bipîvan û dilnizm, 25’ê Îlona 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Hevrêyê me Baz wê bi jiyan, têkoşîn û kênê xwe yê germ her tim pêşengiya me bike. Em hevrêyên wî soz didin ku em ê teqez meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad ê hevrêyê xwe Baz bi ser bixin.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Baz Azad Pîro bi vî rengî ne:

Baz Azad Pîro (Abdurrahman Aksal), li Amedê jidayîk bûye, 25’ê Îlona 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.