Ferhenga Felsefeyê ya bi Kurmancî çap bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Cotmeh 2021 - 01:26

Weşanxaneya Na’yê bi çapeke nû ya taybet “Ferhenga Felsefeyê-Dictionary of Philosophy-Felsefe Sozlugu” ya bi Kurmancî, Ingilîzî û Tirkî derxist. Civaknasê Kurd Alî Gurdilî ferhen hazir kiriye.

Alî Gurdilî berê jî bi kovara Felsefevan û malpera xwe ya bi heman navî berê xwînerên Kurmancî dabû felsefeyê û felsefeyê bi Kurmancî bi wan dabû hezkirin.

Di ferheng ku bi Kurmancî hate çapkirin de ji hezaran zêdetir têgehên felsefeyî û feylesof û felsefeya feylesofan, hatine danasîn û di dawiya nasandina têgehan de têgehên bi zimanê Ingilîzî, Fransî û Tirkî hatine nivîsandin. Ferheng, ji 529 rûpelên pêk tê. Bi hûrbijarî û bi kitekit, bi qasî 1100 têgihên felsefeyî û zanistî, hatine nasandin. Mirov dikare bibêje ku ev xebat, xebateke demdirêj e û bi qasî, bîst salan dewam kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.