• Bahadîn Robar Ferhenga Botanê dewlementir dike. Ferhenga ku 2013´an bi 2 hezar û 330 peyvan hatibû çapkirin, wê di çapa diduyê de 85 peyvan dewlementir be.

ZEYNEP DURGUT
MA/ŞIRNEX

 

Nivîskar Bahadîn Robar ji bo “[Peyvên Wenda] Ferhenga Botan”ê ya sala 2013´an çap bûyî, 850 peyvên din jî berhev kirine û di çapa ferhengê ya duyem de wan jî bi cih bike. Bahadîn Robar dibêje, armanca wî berhevkirina bi hezaran peyvan e. 
Nivîskar Bahadîn Robar 2013’an “Ferhenga Botan”ê çap kiribû. Piştî xebat û lêkolînên dirêj dê çapa duyem a ferhengê jî serê sala bê, bê çapkirin. Heta niha ji bo çapa duyem, nivîskarî 850 peyvên din berhev kirine. Di çapa yekê de li nav 183 rûpelan 2 hezar û 330 peyv hebûn. Yanî di çapa nû de wê 3 hezar û 180 peyv hebin. 
 
Ji bo ku peyv ji bîr nebin

Bahadîn Robar ji bi destpêkirina berhevkirina peyvên Botanê dibêje, “Li Botanê di nava kar û xebata pîşeyên berê de gelek peyv, amûr û alavan hebûn, ku bi guhertina teknolojiyê re ji karê xwe ketibûn. Ev jî neketibûn lîteratûra ferhengên Kurdî. Me li kîjan mamik, çîrok û dengbêjî guhdarî kir, me dît ku gelek peyvên bi wate hene. Civakê demekê ev peyv bi kar anîne, lê niha nayên bikaranîn. Lewra sala 2010’an min dest bi vê xebatê kir û 2013’an min ferhenga peyvên wenda ya Botanê çap kir.

Dewleta Tirk karê ferhengê asteng kir

Dema me ew pirtûk çap kir, bi rastî jî pirr ne bi dilê me bû. Çimkî me lêkolîna xwe temam nekiribû. Ez ketim girtîgehê û ji ber wê nêçar mam. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim min dubare xwest ku xebata xwe bidomînim. Lê wê çaxê jî em heta astekê hatin û vê carê jî pêvajoya qedexeya derketina kolanan dest pê kir. Xebata me ya bi salan di malan de hat şewitandin.” 
 
20 navên cûreyên tirî

Robar, dibêje, ew mal bi mal û gund bi gund li peyvên wenda digerin: “Piştî şewitandina xebatên me, moralê min piçekî xira bû. Lê pişt re min biryar da ku xebata xwe ji bo çapa duyem dewam bikim. Gelek peyvên ku em bi kar tînin îro li ber winda bûnê ne. Li  herêma Botanê nêzî 20 cûreyên tirî hene û wan yek bi yek navên wan berhev kirin û me xistin ferhengê. Li Botanê demekê cilên herî biqîmet şal û şepik bûn. Îro çanda şal û şepikê nemaye. Êdî hûnandin û çêkirina wan pirr kêm e. Di berê de li Sîlopiyayê kargeheke şalûşepikçêkirinê hebû. Em çûn me bi hoste û xebatkarên wê re yek bi yek navên alavên wê nivîsandin. Her wiha di karên wekî
çêkirina benî û basîqê de alavên ku tên bikaranîn. Dibe ku peyv lêker be. Em li wê jî dinêrîn û wê pênase dikin. Heger alavek be, em dibêjin alav ji vê madê çêdibe.”