Ahmet Aktaş: Navê partiyê, hingê gotin danîbûn cem hev, weke "Partî Karker Kurdistan". Hema yekser Ferhat Kurtay û min nav sererast kir weke Partiya Karkerên Kurdistan. Karê wergerandina belgeyên partiyê jî ket ser milê me.

LUQMAN GULDIVÊ

 

Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK´ê Ferhat Kurtay, di berxwedana di zindanê de Yek ji çaran bû ku şeva 17 Gulana 1982´yan qulibî 18´ê Gulanê bi çalakiya xweşewitandinê şehîd bûn. Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi dirûşmên ‘Bimire kolonyalîzm’, ‘Bijî PKK’ û ‘Bijî têkoşîna rizgariya neteweyî’ şehîd bûn. Ferhat Kurtay di nava wan de yek ji wan kesan bû ku nexasim jî bi eşqa xwe ya ji bo zimanê Kurdî dihat nasîn. Wî hin begeyên destpêkê yên PKK´ê wergerandin Kurmanciyê, navê PKK´ê bi xwe sererast kir û ji amadekarên çapxaneyekê li Mêrdînê bû. Em bi hevrêyê wî Ahmet Aktaş û yekî ji ciwanên guhdayî dersa wî ya li ser dîroka Kurdistanê, Mahmût Seven re peyivîn.
Me xwest pêşî bi awira ciwanekî hîna nû li dinyayê haydar dibe, berê xwe bidin Ferhat Kurtay. Mahmût Seven ê bi xwe ji Qoserê, û îro jî ji kedkarên rojnameya me ye, di 15 saliya xwe de di sala 1978´an de Ferhat Kurtay dîtiye û wî ji bîr nake: "Heval Ferhat Kurtay dihat cem me jî. Hem dikana me ya qeynaxê hebû, hem dihat malê jî. Hevalekî xweş bû. Her kesî dixwest li cem rûne, pê re biaxive, yan jî ew ji mirov re biaxive. Ew ji bo bipêşxistina karê siyasî dihat. Wî behsa zimanê Kurdî û Kurdistanê dikir. Te dît wê çaxê em zarok bûn. Cara pêşî gava min ew dît, li mala me bû. Em rûniştîbûn, çend hevalên din jî hebûn. Derba yekê min li wir ji wî guhdarî li dîroka Kurdistanê kir. Ders dida, Kurd kî ne, çi ne, dîroka wan, zimanê wan, civaka wan, rewşa wan a îro û ka çawa wê karibin rizgar bibin. ev digotin."

 

"Ji beriya Medan dest bi dîroka Kurdistanê dikir, kîjan tifaq hebûn, kîjan dewlet ava bûn. Bi yek derbê 2 saet û nîv 3 saetan li ser dîroka Kurdistanê bi Kurdî axivî. Min hîç nebihîst ku bi Tirkî peyivî."

 

Hîç bi Tirkî nedipeyivî

Lê ew ne tenê ji ciwanan re dipeyivî: "Di dersa me de ciwan jî hebûn, yên emrê wan 30 jî hebûn. Axir komîteya me ya mehelê hebû û di nava vê komîteyê de yê herî piçûk ez bûm. Ji me hemûyan re digot. Lê wekî din jî mesela baxçeyê çayê hebû li Qoserê, dema li wir rûdinişt dipeyivî, tevahiya milet lê guhdarî dikir. Propaganda giştî dikir."
Mahmut Seven heyranî hêza wî ya xîtabê û dersdayînê ye, "Ji beriya Medan dest bi dîroka Kurdistanê dikir, kîjan tifaq hebûn, kîjan dewlet ava bûn. Bi yek derbê 2 saet û nîv 3 saetan li ser dîroka Kurdistanê bi Kurdî axivî. Min hîç nebihîst ku bi Tirkî peyivî."
Mahmût Seven dibêje, Ferhat Kurtay timî alîkarê gundiyan jî bû û li derdê wan jî dihisand. Di hilbijartineke navberê de ew şîretê li gundiyan dike ku hilbijartinê boykot bikin da ku rêyên gundan bên çêkirin: "Qederê 33-34 gundan di hilbijartinê de yek dengê bi tenê neda. Hema piştî hilbijartinê jî rêyên wan çêkirin."

Dergûşkî dikevin cem hev

Ahmet Aktaş ji siyasetvanên Kurd e ku ji destpêkê ve Ferhat Kurtay nas dike; ew zû dibin hevrêyê hev. Nivîskar û siyasetvan Ahmet Aktaş di dema xwendina zanîngehê de li Enqerê sala 1977´an Ferhat Kurtay nas kiriye: "Hem memûr bûm û hem jî mekteb dixwend. Ferhat eskeriya mecbûrî jî dikir hingê. Hingê dihat maleke nasê wan ên ji Qoserê. Me li wir hev nas kir û êdî em ji hev veneqetiyan. Piştî ku em vegeriyan welêt, siyasî jî me li hev kir. Em herdu jî memûr bûn, ew midûrê herêmê yê Elektrîkê yê Mêrdînê bû, ez jî bûm midûrê herêmê yê tûrîzmê. Em dîsa dergûşkî ketin cem hev. Em her roj bi hev re bûn."

Ji maleke welatparêz bû

Bavê Ferhat Kurtay, Mele Hesen ji rêûresma medreseyên Kurdî ye, wekî birayê Ferhad ê mezin Mele Dawid. Mele Dawid paşê wê bi destê KUK´ê bihata şehîdkirin. Ahmet Aktaş jî tîne bîra xwe bavê Ferhat Kurtay ketiye kirr wan ji ber ku tim û daîm diçûn gundan: "Seyda [Mele Hesen], digot, ez bala xwe didimê hûn timî li gundan e. Xwedê giravî hûn herdu jî mûdîrê dewletê ne, lê her roj hûn derdikevin diçin, hûn bi ku ve diçin? Vêca rast e, em bêhtir diçûn gundan. Li bajêr jî, Mele Dawid her car li deverekê tiştek hazir dikir. Ji me re digot, li filan deverê çend kes hene, herin ji wan re bipeyivin. Dewletê ev xebata Mele Dawid dît, îstîxbarata wê bi destê KUK´ê ew li ber dikanê da şehîdkirin."

Wele kongre çêbûye

Li ser eşqa Ferhat Kurtay a ji zimanê Kurdî re, Ahmet Aktaş behsa hin bibîranînên xwe jî dike: "Nîqaşên me hemû bi Kurdî bûn. Ti civîn û semînerên me bi Tirkî çênebûn. Heval Xeyrî jî elaqeya wî ji Kurdî re gelek bû. Ji ber wê hevalan karê avakirina çapxaneyê dabû wî. Ez nizanim çima dewlet li Dûran Kalkan digeriya. Min Xeyrî û Mezlûm li Enqerê nas kirin. Me texmîn dikir wê kongre [ya damezrandina PKK´ê] wê çêbe. Piştî kongreyê Serok bang li min Ferhat û hevalekî din kir. Em çûn mala li Amedê, Gunaydin Apartimani bû, ew û hevalê Mezlûm li wir bûn. Em bi erebeya hevalê Ferhat çûbûn. Şofêrê erebe li cihekê dûr da sekinandin. Em çûn qederê 10 saetan dewam kir. Gava em vegeriyan, me herduyan li hev nihêrî û me got, wele kongre çêbûye.
Axir em vegeriyan, em li gundê Sîltokê, li binya Dêrikê wan bûn. Li wir min dît, hevalê Xeyrî û Ferhat hatin. Di destê Xeyrî de kisîkek yan jî didu hebûn. Ji kêfan Ferhat nemabû bifire. Min got, xêr e. Got, wele hevalan karek daye ber min û te, em herdu jî jê hez dikin. Wî got, ji navê partiyê heta bi belgeyên wê hemûyan, divê em bikin Kurdî. Me dersên gramerê ew nedîtibûn, lê haya me ji zimên hebû. Navê partiyê, hingê gotin danîbûn cem hev, weke "Partî Karker Kurdistan". Hema yekser me nav sererast kir weke Partiya Karkerên Kurdistan. Karê wergerandina belgeyên partiyê jî ket ser milê me. Xeyrî paşê got, em çapxaneyê jî çêdikin, em ê zimanê Kurdî jî bi pêş bixin, wê gelek bar bikeve ser milê te û Ferhat."

Weke ku ji kitêbê bixwîne

Ferhat Kurtay ne tenê li Qoserê karê xwe dikir, ew heta bi Serêkaniyê jî diçû. Ahmet Aktaş tîne bîra xwe ku ew ji bo çend hefteyan çûne gundên Serêkaniyê da ku eşîran li hev bînin, nexasim jî li gundekî mezin ê bi navê Artûş.
Ahmet Aktaş jî heyranê xîtab û peyivîna li civatê ya Ferhat Kurtay bû: "Rûdinişt, 2 saetan weke ku bixwîne, dipeyivî. Terzê hevalê mezlûm bû jî. Xelk razî jî dikir. Li ku peyiviya, xelk dikişand aliyê xwe. Sala 1978´an hevalê Mezlûm civînek çêkir li Dêrikê. Li wir hevalbendên KUK´ê hebûn. Hingê piştî civînê ji sedî 90´ê wan zivirîn û tevlî tevgerê bûn. Uslûbeke wan a gelekî bi tesîr hebû. Gelek caran ez û heval Ferhat diçûn gundan, para bêhtir te dît wî xeber dida. Digot, wa ye, Mele Dawid cihek eyar kiriye, em diçûn. Her çî civîn bû Ferhat çêtir dikir. Lê carinan ji nişkê ve digot, niha heval Ehmed wê biaxive. Ji ber wê ez mecbûr mam, ez jî dîroka Kurdistanê xweşik rewa bikim bi wê kitêba rêbertiyê hazir kiribû."

Şeva hat girtin ew dîtibû

Şeva ku dewleta Tirk Ferhat Kurtay û Mehmet Hayri Durmuş digire, Ahmet Aktaş ew dîtine: "Ez û Ferhat û Mihemed Xeyrî Durmuş û hevalê me Ahmet Kurt ê li Şikestûnê şehîd bû jî wê bihata. Axir ji ber baranekê zêde, destpêka şiliyê bû, Ahmet Kurt nehat. Em li Gundik bûn hema li ber Qoserê, li maleke welatparêz. Li wir me civîna gel heta 12´ê şevê dewam kir. Ferhat dipeyivî, ji Xeyrî bêhtir milet Ferhat nas dikir. 12´ê şevê, heval Xeyrî got, hevalê Ehmed tu êdî li vir bimîne, neyê Qoserê. Ya me fêm kir li te digerin, lê divê ez û Ferhat biçin. Min jî ji wan re got, hûn bi ya min bikin, hûn çî neçin. Hem derengî şevê ye. Wan got, de ka tu erebeyekê ji me re peyda bike. Me cîbek peyde kir, xwediyê wê Hecî bû. Mirovekî pirr delal bû. Ew jî paşê hat girtin û gelek êşkence lê hat kirin, paşê wefat kir. Wî ew birin Qoserê. Ez jî li gund nemam. Em çûn gundekî nêzîk. Hevalê Ahmet Kurt jî bi şev nehat, lê şeveqê hat. Texmîn kiribû em li ku ne. Wî got, zû rabin, heval Ferhat û Xeyrî hatine girtin."
Ahmet Aktaş tîne bîra xwe ku dewletê esas li Ferhat Kurtay û Duran Kalkan digeriya. Ferhat Kurtay û Mehmet Hayrî Durmuş bixwe, hingê amadekariyên avakirina çapxaneyekê li gundekî Xursê dikin. Li ser meseleya girtina Ferhat û Xeyrî ew gotinên xwe wiha dewam dike: "Hevalê ku wê malzeme ji bo çapxaneyê peyda bikirana, dikeve ber taqîba dewletê, tê girtin. Êşkence li wî tê kirin. Ew li Dûran Kalkan dipirsin. Ew ji bo wan biştexilîne, wan dibe maleke li Qoserê de ku bi ya wî heval wê lê nebane. Lê tesaduf beriya wê bi saetek û nîvê Ferhat û Xeyrî çûne wir. Li wir Ferhat û Xeyrî tên girtin. Xeyrî li wir şîretê li Ferhat dike da ku parastina siyasî neke. Ew demekê welê dimîne, lê paşê dibêje, na ez ê jî parastina siyasî bikim."

Anektod û çîrokên Ferhat Kurtay

Mahmût Seven tîne bîra xwe ku Ferhat timî bi anektod û çîrokan dipeyivî. Ji ber wê jî ji bîra Mahmût Seven naçe ku gotina wî her di paşila wî de bû: "Careke din jî em li cihekî rûniştibûn, yekî gundî got, hûn ê çawa li ber dewletê rabin. Ferhat wê çaxê got, Seydvan bi tajiyê xwe re diçe nêçîrê. Tajî dide dûv kîvroşkê. Axir ev ji Seydvên gelekî dûr dikevin. Lê tajî nikare kîvroşkê bigire. Talî, tajî ji kîvroşkê re dibêje, ez dixwazim tiştekî ji te bipirsim. Kîvroşk li ser soz û bextê tajî, guh didiyê. Tajî dipirse, dibêje, çîpekî min biqasî gewdê te hemûyî ye, çima ez nagihîjim te. Kîvroşk jî dibêje, tu ji bo xelkê baz didî, ez ji bo canê xwe direvim."
Li ser bawerîpêneanîna xelkê û rexneyên li ser wan ên digotin, hûn pirr ecele dikin jî, bersiva Ferhat Kurtay dayî kalemêrekî, ji bîra Mahmût Seven naçe: "Rojekê em cihekî bûn. Kalemêrekî got, hûn pirr ecele dikin. Ferhat jê re got, bifikire sê kes hene. Yek jê pirçî ye, yek jê ne têr û ne birçî ye, yek jê jî têr e. Êdî ku xwarin bê ser sifrê, kî wê pêşî bê ser sifrê? Yê hember got, yê birçî. Heval Ferhat jî got, em jî ecele nakin, qey em birçî ne, derdê me heye."

Kurtejînenîgariya Ferhat Kurtay

Ferhat Kurtay sala 1949´an li navçeya Mêrdînê Qoserê hat dinê. Ew ji gundê Xursê ye.
Wî dibistana destpêkê, ya navîn û amadehiyê li Qoserê xwendiye. Li Trabzonê li zanîngehe beşa Endezyariyê qedandiye. Ew zewicî û wî muhendîsî jî kir. Ew midûrê herêmê yê kar û barên elektrîkê bû li Mêrdînê.
Di salên dibistanê de wî nêrînên şoreşgerî nas kirin, lê ew jixwe ji malbateke welatparêz bû. Ji bilî vê, tevgerên şoreşger ên Tirkiye û cîhanê jî tesîr lê kirin. Piştî sala 1978´an, ew bi awayekî çalak û profesyonel tevlî nav xebatên PKK´ê dibe, hem di dema beriya damezrandina PKK´ê de û hem jî piştre. Di birêxistinkirina herêma Mêrdînê de di avakirina lijneyên amadekar de rasterast cihê xwe girt. Wekî din wî endamên weşanên fermî li vê herêmê belav dikirin û wî ew bi cîh dikirin. Di amadekariyên avakirina çapxaneyekê de jî ew bi erka xwe radibû.
Ew 23'ê Kanûna 1979´an, tevî Mehmet Hayrî Durmuş û hevalên xwe yên din li mala ku lê diman, hatin girtin. Şeva ku 17'ê Gulana 1982´yan qulibî 18'ê Gulanê, wî tevî 3 hevalên xwe li qawîşa hejmar 33 ya zindana Amedê, çalakiya xweşewitandinê li dar xist û şehîd bû.