Weşanxaneya Sîtavê berhemeke din a bi Kurmancî li kitêbxaneya Kurdî zêde dike. Weşanxaneyê berhema bi navê “Ferengîs” ya ku bi Farisî hatiye nivîsandin, wergerandiye Kurmanciyê.
Nivîskar Çetîn Taş pirtûk ji Farisî wergerandiye û berhem ji 300 rûpelan pêk tê.
Weşanxaneya Sîtavê berhema “Ferengîs” wiha dide nasîn; “Ev berhem jiyana jineke kurd e ku di şerê Îran û Iraqê de cih girtiye, li hemberî leşkerên Iraqê şer kiriye û lehengiyeke mezin nîşan daye. Ji ber vê lehengiya wê ya di şer de ji aliye dewleta Îranê ve hatiye rûmetdarkirin.
Ferengîs ne tenê di şer de bûye leheng. Jiyana wê tevahî lehengî ye. Jineke ku gelek qalibên civakî şikandine û bi hêza xwe di nava civaka feodal de li ser piyan maye.
Mirov di şexsê Ferengîsê de lehengiya jina kurd, her wiha jiyana civakî, bi taybetî jî jiyana kurdên devera sînorê rojhilat û başûrê Kurdistanê dibine. Ferengîs nimûneyeke gelek balkêş a lehengiya jina kurd e.”
NAVENDA NÛÇEYAN