FERAT-DER li hember bişaftinê têdikoşe

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Nîsan 2022 - 22:18

  • Ji Rêveberiya komeleyê Yeşîm Akgul got, ew ê xebatên xwe yên ji bo ziman berfirehtir bikin û bi hev re zimanê dayikê ji tehlûkeya nemanê biparêzin.

SEMA ÇAGLAK/JINNEWS

Komeleya FERAT-DER’ê ya ku li Semsûrê xebatên Zimanê Kurdî bi rê ve dibe, bi armanca li dijî bişaftinê bi taybetî ji bo ku ciwanan ji pêla bişaftinê rizgar bike hatiye avakirin. Ji Rêveberiya komeleyê Yeşîm Akgul got, ew ê xebatên xwe yên ji bo ziman berfirehtir bikin û bi hev re zimanê dayikê ji tehlûkeya nemanê biparêzin.
 
Pêşî li polîtîkayên bişaftinê digirin

Yeşîmê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê Kurd ji bo zimanê xwe bixebitin û zimanê xwe bigihîn hemû deveran.

Yeşîmê wiha berdewam kir: “Komeleya me ji bo ku zarokên Kurd bi çanda xwe mezin bibin û ciwanên Kurd bikaribin çanda xwe bijîn hate avakirin. Di komeleyê de bi du zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî ders tên dayîn. Piştî kongreya komeleyê ku ez jî ji bo kar û xebatên li ser ziman hatim pêşniyarkirin,  ji bo ku hem zimanê xwe pêşve bibim hem jî parastina ziman û çanda Kurdî bikim min dest bi xebatê kir. Li bajarê Semsûrê polîtîkayên bişaftinê di lûtkeyek mezin de ye û gelê Kurd ji ziman û çanda xwe dûr dikevin. Ew polîtîka herî zede jî li ser ciwanan heye û êdî demek piştre otoasîmîlasyonek dikeve dewrê. Me jî xwest pêşiya vê polîtîkayê bigirin.”
 
‘Divê elaqe zêdetir bibe’

Yeşîm, diyar kir ku ew di hêla ziman de armanc dikin ku xebatên xwe berfirehtir bikin û derbarê xebatên komeleyê de wiha axivî: “Di çarçoveya xebatên komeleyê de em panel û cûrbecûr bernameyan li dar dixin. Pergala modernîteya kapîtalîst em ji zimanê me dûr xistine û wekî polîtîkayeke qirkirinê derdikeve pêşberî me. Lê têkoşîna me li dijî wê berdewam dike û em xebatên xwe li ser wî esasî didin meşandin. Dersên me dest pê kirin e. Rojên yekşemê ders tên dayîn. Bal û elaqe ji bo komeleyê heye lê divê ev elaqe zêdetir bibe. Divê li her bajarekî herêmê  xebatên di hêla parastina zimanê dayikê de hebin ku nifşê nû bikaribe berdewamiya zimanê me bigihînin siberojê.”
 
‘Malbat nema zarokan fêrî ziman dikin’ 

Yeşîm, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê zêdetir iserar divê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin êdî hinek malbat jî nema zimanê xwe hînî zarokên xwe dikin. Zarok jî ji derdora xwe bi bandor dibin. Her wiha ji ber ku li dibistanan zimanê tirkî zimanekê perwerdehiyê ye û zimanê kurdî ne zimanê fermî û perwerdehiyê ye, zarokên kurd ji  zimanê xwe dûr dikevin.  Lê zarok herî zede bi zimanê xwe yê zikmakî dikarin xwe îfade bikin û hayê me ji polîtîkayên qirkirina zimanê Kurdî heye. Em dixwazin li Semsûrê pêşiya van polîtîkayên qirkirina ziman bigirin û em ji bo vê li vir in. Em li benda şagirtên xwe ne. Divê emm xwedî li zimanê xwe derkevin. Bazara xwe bi zimanê xwe bikin, bi zimanê xwe bijîn û  bi hevre zimanê xwe rizgar bikin. Zimanê dayikê pîroz e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.