- Komeleya Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat Der) ku di 1'ê Tebaxa 2019'an de li Semsûrê hat avakirin, di 26'ê Çileyê 2021'ê de kongreya xwe ya yekê li dar xistibû, û ji ber şewba Covîd-19'ê 2 salan nikaribû xebatên xwe baş bike.
EMRÛLLAH ACAR / MA/SEMSÛR
Komeleya Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat Der) ku di 1'ê Tebaxa 2019'an de li Semsûrê hat avakirin, di 26'ê Çileyê 2021'ê de kongreya xwe ya yekê li dar xistibû, û ji ber şewba Covîd-19'ê 2 salan nikaribû xebatên xwe baş bike. Ferat Der, dê di 15'ê Çile de kongreya xwe ya 2'yê li dar bixe û cardin dest bi xebatên xwe bike.
Hevserokê komeleyê Şerîf Yilmaz got, ziman hebûna gel e û "Ferat Der, dibistana Semsûrê ye."
‘Ziman hebûna welat e’
Yilmaz, bi bîr xist ku "Ji sedî 90'ê Semsûrê Kurd e. Ji ber wê hewcehî bi komeleyeke zimên hebû. Me jî civîn li dar xistin û komeleya Ferat Derê ava kir. Dema me ava kir, me gelek zehmetî kişandin. Me di rêziknameyê de zehmetî kişandin. Heval, bi awayekî bi rêk û pêk ji heqî hemû astengiyan derketin. Me komên xwendinê ava kirin. Lê paşê nexweşiya koronayê dest pê kir. Lê niha kesên bixwazin li Semsûrê fêrî zimanê Kurdî bibin, dikarin li Ferat Derê fêr bibin. Divê gel xwedî li zimanê xwe derkeve. Ziman hebûna welêt e."
Ziman welatekî jî bi xwe re dibe
Şerîf Yilmaz got, li Semsûrê komeleyên wekî Ferat Derê tine ne: "Armanca me lêkolîn û bipêşxistina ziman e. Ferat Der mîna dibistanekê ye. Celadet Alî Bedirxan dibêje, 'Gelekî bindest ji bo azadiya xwe bi dest bixe 2 çêkên xwe hene. Yek ol, yek jî ziman e. Dema ola serdest û bindestan wek hev du be, yek dimîne, ew jî ziman e. Dema ziman winda bibe, welatek winda dibe.”
Yilmaz da zanîn ku kongreya 2'an a Ferat Derê roja Şemiyê (îro) saet di 12'an de li eywana KESK'ê bê lidarxistin û got: "Bila gelê me were beşdarî kongreyê bibe. Hevalên li zanîngehê, dibe ku haya wan ji Ferat Derê tine be. Bangawazîya me ji bo ciwanan e. Bila jin werin tevli kongreya me bibin. Ku ziman nebe zimanê jin û ciwanan, ew ziman tenê dê bibe zimanê kal û pîran. Hewce ye ku ziman ciwan bibe."