Fêm dikim lê nikarim biaxivim

Pêncşem 20 Sibat 2025 - 03:20

Di Atlasa Zimanên Di Bin Xetereyê De ya UNESCO'yê de li Tirkiyeyê 18 ziman di bin xetereyê de ne. Yek ji zimanên ku di xetereyê de tê dîtin jî zaravayê Kirmanckî/Zazakî/Kirdkî ye. Bi taybetî ji dîroka komarê heta niha polîtîkayên çewisandin û asîmîlasyonê yên zihniyeta tekparêz yek ji faktorên sereke bûn ku Kirmanckî bidin jibîrkirin. Niha gelek ziman bi taybetî jî Kurdî di saziyên fermî de wekî “zimanê nenas” an jî ”zimanê X” tên binavkirin. Yên ku li dijî zextên li ser ziman û astengiyên ku ji bo pêşîgirtina li bikaranîna zimanê zikmakî radibin, tevdigerin û têdikoşin jî hene. Yek ji wan kesan helbestvan Alî Şeker ê 66 salî ye ku helbestên xwe bi zaravayê Kirmanckî dinivîse. Şeker di sala 1959'an de li gundê Zaçex ê navçeya Gimgim ya Mûşê hatiye dinê. Şeker paşê piraniya jiyana xwe li Îzmîrê derbas kiriye. Şekerê ku beşek ji jiyana wî bi sînemayê re eleqedar, ji sala 1980’î ve bi wêjeyê re mijûl dibe. Şekerê ku bi zimanê xwe yê zikmakî gelek gotarnivîsandine, xwedî gelek pirtûk e. Şeker anî ziman ku axaftina bi zimanê dayikê gelekî girîng e û got ku lê mixabin nifşên nû pir bi zimanê xwe yê dayikê nizanin. 

Dûrbûna ji axê 

Şeker anî ziman ku eger mirov bi zimanê xwe yê zikmakî nenivîse serî ditewîne û got ku ew hem bi tirkî hem jî bi Kirmanckî dinivîse. Şeker anî ziman ku ji ber ku di temenekî biçûk de dest ji axa xwe berdaye, xwe tam nedîtiye û got:"Di warê zimanê zikmakî de kilam gelekî girîng in, ji ber ku muzîk dikare bala her kesî bikişîne û bîranînek cuda ye. Mirov ji axa xwe dûr dikeve, bandoreke mezin li jibîrkirina zimanê dayikê dike. Ger hûn ji axa ku lê mezin bûne dûr bikevin, ziman winda dibe. Mixabin, hejmara kesên ku dibêjin 'fêm dikim, lê nikarim biaxivim' gelekî zêde ye."

Hestên li ser ziman kêm bûye

Şeker bal kişand ser kêmbûna hestên li ser ziman û got:"Xwişk û birayên di heman avahiya apartmanê de bi hev re naaxivin. Her ku dem derbas dibe em axaftinê ji bîr dikin. Dibe ku nivîsandin berdewam bike, lê dibe ku axaftin di nav civaka me de winda bibe. Kesên stranên govendî dibêjin ez ji wan aciz dibim. Stranên govendî yên herêma me 'Memyane', 'Yar yarê' hatine jibîrkirin. Gava ez van govendan dibînim kêfxweş dibim. Ev tenê li herêma me heye, li cihekî din tune ye." 

Divê em gelekî kar bikin

Şeker anî ziman ku Kirmanckî zimanê evîn û hezkirinê ye û got:"Ez di sala 2002'yan de çûm festîvala Gimgimê. Hevalekî li wir ji min re got, 'Tu bi tirkî dinivîsî. Çima tu bi zimanê me nanivîsî?' Wê demê di warê gramerê de kêmasiyên min hebûn. Min vê nakokiyê fêm kir. Gava ez hatim Îzmîrê min gelek pirtûk û çavkanî stendin. Min di vî warî de pirtûk nivîsandin. Wê demê di Rojnameya Dersimê de quncikek min hebû. Min du salan li ser hev di vê quncikê de nivîs nivîsîn. Çîrokek min di sala 2027'an de li Londrayê xelat wergirt. Ji bo zimanê me bijî divê em pir bi kar bînin." 

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.