ŞÎLAN ÇÎL-BAZÎD EVREN / MA / AMED
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ku di sala 2017’an de hat avakirin, di 2021’ê de li navçeya Farqîna Amedê jî nûnertiyek vekir. Çendîn ji ber pandemiyê demekê navber dabe xebatên xwe jî, Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê perwerdehiya bi ziman û çanda kurdî berdewam dike. Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê di 15 Çileyê de dest bi kursên xwe yên ziman dike û ji asta destpêkê heta ya mamostetiyê li benda şagirtan e.
Yek ji Rêveberê Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê Mahsûm Karakoç, têkildarî xebatên komeleyê axivî.
Karakoç destnîşan kir ku wan li Farqînê 3 sal berê wekî nûnertiyeke MED-DER ava kirine û dest bi xebatên xwe kirine. Karakoç anî ziman ku ew be pirranî li ser ziman xebatan didin meşandin. Karakoç diyar kir ku mamosteyên wan li ser ziman û folklorê perwerdehî dane û got: “Me piştî 3 mehan sertîfîkayên xwe li belavî şagirtên asta destpêkê kirin. Piştre kesên asta destpêkê qedandî derbasî asta duyemîn bûn û asta duyemîn jî bi serfirazî xelas kirin. Piştî vê yekê pêvajoya pandemiyê dest pê kir û perwerdehî hat rawestandin. Li pey wê jî erdhej rû da û dîwarên avahiya komeleyê derizîn. Lewma xebatên me dîsa sekinîn. Dîsa jî (peyder pey) me xebatên xwe di nav gel de meşand. Weke saziya ziman em kûrsên xwe yên ziman careke din li dar dixin. Ji asta destpêkê heta asta mamostetiyê talebek heye. Em jî dixwazin li dijî polîtîkayên bişaftinê bertek nîşan bidin û zimanê xwe çanda xwe bidin jiyîn.”
Rahêjin zarokên xwe û werin kursên kurdî
Karakoç da zanîn ku piştî 15’ê meha Çile dê kursên wan dest pê bikin û heke serlêdan pirr bin ew dikarin poleke din jî vekin. Karakoç diyar kir ku serlêdan dê heta dawiya vê mehê bidomin û wiha pê de çû: “Qursên me dê sê mehan bidomin. Piştre em ê sertîfîkayên wan bidin wan. Di naveroka dersên me de ziman, çand, huner û dîrok hene. Wê kûrsên me têr û tije derbas bibin. Gava em zarokek ku bi zimanê xwe naaxive dibînin pir diêşin, em bawer in dayîk û bavên wan jî ew ê pê biêşin. Keremkin werin kûrsên me yên ziman û xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
Bernameya serê salê
Karakoç got ku bernameyeke wan ya serê salê jî heye û di vê bernameyê de ew ê rêûresmên Kurdî derxin pêş. Karakoç anî ziman ku ew ê bernameyeke têr û tije li dar bixin û got: “Di 11'ê mehê de li Eywana Sezîkê bernameya me heye. Em dixwazin gelê me beşdar bibin. Di bernameyê de ew ê şano, helbest, destan, dengbêjî, govend û muzîk hebin.”