Ezmanê dêw û dinya piçûçik

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 11 Çile 2023 - 04:59

Gerdûn ew çendê mezin e, her ku mirov lê dikole, ew qasî pê dihise ku piçûk e.  Hejmara galaksiyên li gerdûnê hîna nayê zanîn. Zanyar para bêhtir li hev dikin ku li gerdûna em pê dizanin qederê 200 hezar milyar galaksî hene. Lê ji ber ku em pirr hindika gerdûnê dibînin, belkî ev hejmar nîvê nîvribka gerdûnê jî nebe. 

Li galaksiya me yanî li Rêya Kadiz herî kêm 400 milyar stêrk hene. Gerstêrkên li dora wan digerin jî, em nikarin texmîn bikin. Rohnî di 105 hezar salan de ji seriyekî Rêya Kadiz diçe serê din. 

Komek zanyaran dest pê kiriye ku rêgeha Rêya Kadizê di nava gerdûnê de tesbît bikin. Wan li ser 8 hezar galaksiyên cîran dane berhev kirin û li ser tevgerên galaksiyan bûn xwedî agahiyên zelaltir. 

Di encamê de astronoman nexşerêyeke tevger û cihê her galaksiyê di fezayê de çêkir. Wan derxist holê ku galaksiya me Rêya Kadiz parçeyek ji sîstemeke dêw a bi hezaran galaksiyan e. Ji vê sîstema koma galaksiyan a mezin re Laniyakeya (bi zimanê Hewaiyê “Ezmanê dêw”) hatiye gotin. Ji serekî heta serê din 500 milyon salên rohniyê fereh e. Tê de qederê 100 hezar galaksiyan hene. Astronoman bi teleskopên radyoyî tevgerê qederê 8 hezar galaksiyan şopandin. Derket holê ku galaksî ber bi cihekî navendî ya hêza erdkêşê ve diçin. Wekî din derket holê ku galaksiya me li keviya Laniyakeya ye. Bi xêra li berhevgirtina sîstema cîran a koma galaksiyan a dêw a bi navê Perseus-Piscesê zanyaran karî sînorên van sîstemên dêwane yên galaksiyan jî diyar bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.