‘Ez’ê nekin bi qurbana ‘Ben’ê!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 05:04

  • Heger em Kurd jî karibin bi riya mîzahê henekê xwe bi serdestên xwe bikin û dilê xwe bi Kurdî li wan rehet bikin, xewnên me ti carî li me heram nabin! Ji bo xewnên me li me heram nebin beriya ew zimanê me piçûk bibînin û henekên xwe bi me bikin, em bikevin xewna wan û di xewnên wan de wan aciz bikin.

ARDÎN DÎREN

 

Dema çav bi pirtûkê ketim peyva “Ez ê tu caran nebin ben” pirr bala min kişandibû. Min ji xwe re got, vî camêrî meseleya ziman hemû di hevokekê de aniye ziman. Ez behsa nivîskar û çîrokbêjê Galîzyayî Sêchu Sende dikim. Wî ev peyv di pirtûka xwe ya “Made in Galiza” (2007) de bi kar anîbû. Di rastiyê de peyv wiha ye; “Eu* ê tu caran nebim yo.**” Yanî mesele hemû ew e ku mirov bi xwe karibe û “Ez”a Kurdî neke bi qurbana “ben”a bi Tirkî! Heger te ev tişt pêk anî, wî çaxî êdî nema tu “di xewnan de jî zimanê xwe winda dikî” û xewnên te jî tim bi Kurdî dimînin. Ji lewma di van rojan de ku li ser zimanê dayikê dîsa gelek tişt tên gotin û çi ecêbe tiştek naguhere û ziman her diçe ji bîr dibe, pirtûka Sêchu Sende “Made in Galiza” ya ku bi Kurmancî weke “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” hatiye wergerandin kete xewna min. 

Sêchu Sende nivîskarekî Galîzyayî ye. Galîzya li Spanyayê ye û herêmeke xweser e. Qederê 3 milyon kes li wir dijîn. Sêchu Sende hewl dide bi riya pirtûka xwe ya ku bi awayekî mîzahî hatiye sêwirandin, balê bibe ser nemana zimanê Galîzyayî û ji lewma jî ew bi israr bi zimanê Galîzyayî pirtûkên xwe dinivîse. Sende dibêje, “zimanê me zimanekî zahf taybet e û her wiha ez bawer im gelekî dişibe zimanê we -kurdî- jî” û bi vî awayî dewam dike; “Ez bi zimanekî dipeyivim ku kesên din naxwazin pê bipeyivin. Ez bi zimanekî dipeyivim ku kesên din wî piçûk dibînin. Ez bi zimanekî dipeyivim ku kesên din êrişî wî dikin. Ez bi zimanekî dipeyivim ku kesên din wî sansur dikin. Ez bi zimanekî dipeyivim ku kesên din dixwazin ji holê rabe.” Jixwe êrişên li ser zimanê Kurdî jî her dewam in, ya muhîm ew e ku mirov zimanê xwe piçûk nebîne û ji peyvên zimanê xwe xaniyekî lê bike ji xwe re. Xaniyekî ku karibe mirov ji van êrişên bişaftinê biparêze. Ango xaniyekî ku mirov karibe bi rehetî lê razê û xewnên bi Kurdî bibîne.

 

Peyvên xwe bidin ber bayê

Sêchu Sende di pêşgotina pirtûka xwe de peyva mîmarê Fransî Le Corbusier ya “Şertê hebûnê yê pêşîn dagirkirina cih e.” bi bîr tîne û dixwaze em peyvên xwe bidin ber bayê û bi peyvên xwe her derî dagir bikin da ku dinya hemû bi peyvên me bihese. Ew dibêje, “Ji bo ku peyvên me bikevin cihên taybet û fermî, jiyana me ya kolektîf û rojane û heta ku xewnên me jî îşxal bikin. Ji bo ku peyvên me ekranên kompîteran, nivîsên dîwaran û yên li ser tîşortên me, ew wêneyên dilan ku sembolên evînê ne, îlana destan, kitêbên dersên zarokên me an jî ew metnên qanûnê ku divê bi zimanê gele xwe hatibin nivîsandin, îşxal bikin.” Yanî Sêchu Sende bi kurtasî dibêje; şîrê dayika wî lê xweşî helal be ew ê ku “ez”a xwe ya Kurdî nake bi qurbana “ben”a bi Tirkî. Ji bo vê yekê jî bi peyvên Kurdî dagirkirina cihan, dê ji ber xwe ve hebûnekê çêke ji me re. 

 

Mîzah zaliman hejar dike!

Sêchu Sende dibêje, “Ev kitêb dixwaze bibe kêtebeke kêfxweş. Yeke ku kene mirov bîne.” Ji lewma jî mîzahê girîng dibîne û pirtûka wî bi hûrgiliyên mîzahî tije ye. Girîngiya mîzahê jî bi van hevokan tîne ziman; “Carna hebûna mîzahê dibe hewlek li hember dînbûnê. Mîzah mirov ji êşê û trajediyê azad dike û bi saya wê, mirov dikare pirsgirêkên xwe bi xweşbînî hilgire. Ji ber ku mîzah xwedî afirîneriyê ye û hêzeke xurt e, dikare kesên zalim têxe rewşeke komîk û wan hejar bike. Û ji bo mirov hêj xurttir bike, dikare bike ku mirov aliyên xwe yên zeîf û kêmasiyên xwe baştir bibîne û bi wan bikene.” Heger em Kurd jî karibin bi riya mîzahê henekên xwe bi serdestên xwe bikin û dile xwe bi Kurdî li wan rehet bikin, xewnên me ti carî li me heram nabin! Ji bo xewnên me li me heram nebin, beriya ew zimanê me piçûk bibînin û henekên xwe bi me bikin, em bikevin xewna wan û di xewnên wan de wan aciz bikin. 

Her wiha em hêlên xwe yên zeîf û kêmasiyên xwe jî ji bîr nekin û henekên xwe carna bi xwe jî bikin û bi kêmasiyên xwe jî bikenin.

 

Winda dibe mêrgek bi binefşên xwe yên narîn…

Em berê xwe bidin van gotinên jêr ên Sêchu Sende, ev gotin merama wî xweşik dibêjin:

“Çi cara ku gulfiroşek

Napeyive bi min re bi zimanê min

Winda dibe mêrgek bi binefşên xwe yên narîn

Çi gava li tamîrxaneyekê

Napeyive kes bi zimanê min

Di dile min de tiştek zengarî dibe

Çi gava bi zimanê xwe nayêm pêşwazîkirin li banqeyekê

Pera winda dikim

Û çi gava rojnameyekê vedikim

Û çi bigre bi zimanê xwe tiştekî tê de nabînim

 

Hingê dibêm qey welatê min welatekî din e

 

Carna gava di otebosê de me

Û dengê tu kesî ku bi zimanê min diaxive nayê guhê min

Çavê xwe digirim û vedikim dibêm ma di xewnekê de me gelo

Û gava li nîvê meydanekê lawikekî

An jî keçikekê dibînim ku wek min dipeyive

Dixwazim wan hembêz bikim

Dixwazim wan biparêzim ji van tiştan

Hê ku nebûye dereng

Li welatê xwe carna hest dikim ku gotin tune ne

Roj bi roj winda dibin

Hin kes dev ji wan berdidin

Hin kes jî wan diveşêrin

Û hest dikim hin bi hin

 

Welatê min biçûk dibe her ku diçe

Û em hindiktir in lewra hindiktir mane gotin

 

Li welatê min zahf kes jî hene

Ku digerin

Li peyvên me yên kêm mane

Em li bin zinaran li wan digerin

Li nav rojnameyan

An jî li cem keçik û lawikên ku riya otebosekê dipên

Em digerin li wan peyvên ku ji nişka ve dertên

An jî yên ku heta hetayê winda bûne

Min dixwest hûn li peyvên min rast bihatana carekê

Weke ku ez jî mihtacê yên we me.”

 

*Bi Galîzyanî ez.

**Bi Spanyolî ez.

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.