Ez şîv bim tu wê paşîv bî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Gulan 2022 - 21:03

  • Dengbêjên Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê gotin, li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi afirandina kilamên şoreşgerî ew bersivê didin.

Dengbêjên Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê gotin, li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi afirandina kilamên şoreşgerî ew bersivê didin. Wan xwet her kes xwedî li rûmeta xwe derkeve. 

Dengbêj Xalisê Pasûrê bal bire ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û xiyaneta di nava Kurdan de. Dengbêj Xalis got, di dîroka Kurdan de mijarên bi vî rengî gelek qewimîne û li ser vê meselê behsa Bişar û Cemîlê Çeto kir; “Bişarê Çeto û Cemîlê Çeto birayê hev bûn. Bişar li hemberî dewletê bû û fîrar bû, Cemîl jî wekî Barzanî dostê dewletê bû. Bişar biçûya ku derê, birayê wî Cemîl giliyê wî dikir û di dawiyê de jî bi giliyê Cemîl, Bişarê Çeto tê girtin. Li ser vê yekê Bişar ji birayê xwe Cemîl re dibêje ‘Wî hesabî neke ku dewlet dostê te ye, ez şîv bim tu wê jî paşîv bî’.

Ev meseleya mala Bişar, dişibe meseleya îro ya Barzanî. Mala Barzanî li menfaeta xwe dinihêre. Li Qetarê, Stenbolê, Edeneyê şirketê wan bi Tirkan re hene. Xebeteke mala Berzanî li ser Kurd û Kurdistanê tine ye. Ew ê jî sibê hesab bidin gel.” 
 
‘Bila dev ji xiyanetê berde’

Dengbêj Sadik Yilmaz jî ji navçeya Amedê Pasûrê ye. Malbata wî ji ber polîtîkayên xizaniyê koçî Edeneyê dike. Yilmaz got, li Edeneyê rastiya gelê xwe û xwe nas kiriye û piştî 70 saliya xwe vegeriyaye Amedê: “Ruhê min her tim li Kurdistanê ye. Ez nikarim dest ji axa Kurdistanê berdim.

Ez di kilamên xwe de behsa zilm û zorê dikim. Di heman demê de kilamên xwe ji bo ku xayinên me şiyar bibin, dibêjim. Rewşa welat xuya ye, lê xayinan rahiştiye çekan û li hemberê çi disekinin? Ev rewş wê heta kengê dewam bike? Gelo êdî ne bes e. Tu car neyarên me nabin dostên me. Bila Barzanî jî neyê xapandin. Bila ji xiyanetê bizivire. Divê her mirovên xwedî wijdan, li ber vê zilmê rabin.”  

 MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.