Ez hozanê PKK’ê me

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Adar 2021 - 01:40

  • Hozan Dilgeş: Weke her kesî şaşiyên min çêbûne. Ez dilsozê Serok Apo, têkoşînê û tevgerê me, ez ê heta bi dawiyê dilsozê wê bim. Ez hozanê PKK’ê me.

ERKAN GULBAHÇE

 

Bi “Li Mêrdînê li Bagokê” û “Muxtaro”, ew yek ji dengên herî belav ên salên 80 û 90’î bû li kolanên gelek navçeyên Kurdistanê. Gava Hozan Dilgeş 12’ê Adara 2017’an wefat kir, wî li pey xwe 11 album û bi sedan awaz hiştin. Berhemên 40 salên huner, ji bilî albumên wî di gelek albumên Koma Berxwedanê de jî cihê xwe girtin. 

Hozan Dilgeş sala 1952’yan li gundê Fisqînê yê ser bi Nisêbînê hat dinê. Yek ji 12 xwişk û birayan bû. Çawa adet e li cem pîrên Êzîdî yên Torê, bavê wî dersa tembûrê didiyê. Hîna 12 salî, ew hînî lêxistina tembûrê dibe. 14 salî êdî ew di çalakiyên cihî de derdikeve ser dikê. Sala 2015’an di hevpeyvîna min pê re kirî de, wî got, “Li gorî baweriya Êzîdîtiyê tembûr pîroz e. 12, 13 salî li ber destê bavê xwe elimîm li tembûrê bixim, eşqa muzîkê ji bavê min vegirte min.”

Hozan Dilgeş li Meryemxan, M. Arif Cizrawî, Nezîp Şîrwan, Mihemed Şêxo, Seîd Gabari û Seîd Ûsiv hisandibû. Rewşa siyasî ya salên 1970’yî tesîr lê kir û ew li Nisêbîn, Colemêrg, Wan, Wêranşar, Dêrik, Cizîr û Şemrexê beşdarî çalakiyan bû; vê jî gelek tesîr li wî kir.

Du telebeyan ew kir Apocî

Di nîvê salên 1970’yî de du “telebe” diçin gundê wî. Piştî civîna li gund, Hozan Dilgeş ji bo wan bi rê bixe, bi wan re diçe. Gava ku ew li benda erebeyekê ne, Hozan Dilgeş guhê xwe li wan pel dike: “Gunehê me pirr e, hîna me gundî ji axa û began rizgar nekirine. Gava ku me ev gundî ji vê zilmê xilas kirin, em ê ji gunehê xwe jî xilas bibin.” Hozan Dilgeş gava van gotinan dibihîse, pêşî şok dibe. Lê piştre gotinên ciwanan di serê wî de her olan didin. Wî di hevpeyvîna xwe de gotibû: “Di serê min de pirs peyda bûbûn. Piştî bi du hefteyan, min biryar da ku biçim Nisêbînê û her du ciwanan bibînin. Min ew dîtin û piştî sohbeteke dirêj, helwêsta wan gelek tesîr li min kir. Piştî wê rojê, têkoşîna wan ciwanan ya min bû.” Wî bi vî rengî PKK û Apocî nas kiribûn. 

Serhildana li dijî bindestiyê

Di dema hevpeyvîna sala 2015’an de dengê televizyona xwe kêm kiribû, lê pêxistî hiştibû. Gava roportaja bi Cemîl Bayik re dest pê kir, wî dengê televizyonê hilda û got, “Ez bi qurban, ez baweriyê ha bi van tînim.”

Gava ku hevpeyvîn bi dawî bû, wî têbîniyeke kurt a nivîskî da dest Celîl Irmak ê li cem min. Di wê têbîniyê de wî wiha nivîsîbû: “Weke her kesî di karên min de jî şaşiyên min çêbûne, lê zanibin ez rojevê dişopînim. Ez dilsozê Serok Apo, têkoşînê û tevgerê me, ez ê heta bi dawiyê dilsozê wê bim. Ez hozanê PKK’ê me.” 

Hozan Dilgeş albuma xwe ya yekê sala 1978’an bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derxist. Di albûma xwe de ew dibêje, girî û nalîn ne çare ye û tenê rêya berxwedanê li ber Kurdan heye. Piştî vê albumê heman salê neçar dimîne, Kurdistanê bi cih bihêle û diçe Elmanyayê. 

Ew sala 1983’yan beşdarî çalakiyeke Hunerkomê dibe. Piştî vê çalakiyê ew di Koma Berxwedan a ser bi Hunerkomê de cihê xwe digire: “Di Koma Berxwedan de xebateke kolektîf hebû. Vê gelekî ez xurt kirim. Bi muzîk û awaza xwe min destek dida Koma Berxwedan, Koma Berxwedan jî di warê muzîkî de ez xurt dikirim, ez bi gewde dikirim.”

Min kêm kir

Ji bilî vê ew li seranserê Ewrûpayê tevlî çalakiyan bû û derket ser dikê. Di 40 salên xwe yên huner de wî 11 album derxistin. Di hevpeyvînea sala 2015’an min pê re kirî de wî gotibû, “Şert û merc ne guncaw bûn, guncaw bûna min dixwest bêhtir hilberînim. Heger min karîbûya bêhtir serê xwe bi muzîkê biêşanda, niha min ê gelekî bêhtir muzîk kiribûya. Bila ev rexneyeke min a li min be, ez tiştên min kirî kêm dibînim.”

Albuma Kobanê û Şengalê neçû serî

Çaxê me roportaj kir, nexweşiya şekir gelek tade dida wî. Axaftina wî û meşa wî giran bûbû. Gotibû, wê du lingên wî jî bên birrîn. Wî hingê got, ew dixwaze li ser berxwedanên Kobanê û Şengalê albumekê çêke, helbet heger emrê wî têrê bike. Heta wî gotibû wî hin awaz danîne. Lê mixabin emrê wî têrê nekir û ev album dernexist.

Hozan Dilgeş pîrekî Êzîdî bû, lê wî muzîka xwe ji bo neteweya Kurd çêkir. Bi muzîka xwe wî bang li çar parçeyên Kurdistanê kir. Ji ber vê jî muzîka wî li çar parçeyên Kurdistanê deng veda. 

Muzîka Hozan Dilgeş rabûna li ber çarenûsê, qederê ye. Timî berxwedan û rabûna li ber zilmê ye. Gava wî muzîka xwe dikir, qet neditirsa, nedigot, ‘wele ez ê hinan biêşînim’, wî yekser a dilê xwe got. Ji ber wê jî gelek stranên wî bi salan hatin gotin. 

Li Mêrdînê li Bagokê

Wî berxwedana li Kurdistanê timî di stranên xwe de îfade dikir. Yek ji van stranan “Li Mêrdînê li Bagokê” bû ku nifşê îro jî nas dike. Wî ji bo vê stranê ji min re gotibû, “’Li Mêrdînê li Bagokê’ ne berhemê min e. Qehremanan ew çêkir. Keç û xortên Kurdan ev stran û berhemên wekê wê bi xwîna xwe çêkirin. Min tenê ew gotin, a heyî min gihand siberojê.”

Hozan Dilgeş muzîka xwe weke dengê berxwedan û serhildanê bi kar anî. Gava got, “Ma qey bindestî para me ye lo” li hemberî sîstema heyî serî hildida; gava digot, “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in” mêhtingeriya şêx û axayan kire hedef. Bi “Karkero Piroletero” bang li karkeran dikir; bi “Serî dan û Sir nedan” bûbû dengê berxwedana zindanan. Bi “Muxtaro” hevkarên dijmin mehkûm dikirin; bi “Biçukê canê” zarokên di şeran de tên kuştin kiribûn rojev. Bi “Çuş çuş Xumeynî” dev avêtibû paşverûtiyê; bi “Çira find û fenerî” behsa Rêber Abdullah Ocalan kiribû. Hozan Dilgeş bi “Menal şehîdê mino” şîna şehîdan girêda; bi “Bijî bijî ARGK” silav da artêşbûna Kurdan. 

Bi sedan berhem li pey xwe hiştin

Hozan Dilgeş, gava ku 12’ê Adara sala 2017’an wefat kir, di 11 albumên xwe û di gelek albumên Koma Berxwedan de bi sedan berhem li pey xwe hiştin. 
Albumên wî li jêr in:
1978: “Ma qey bindestî para me ye”
1980: “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in”
1981: “Newroz e, Newroza cejna gelê me”
1983: “Karkero Piroletero”
1986: “Serî dan û Sir nedan”
1989: “Muxtaro”
1990: “Biçûkê canê”
2001: “Ez û Yar”
“Gola Wanê”
“Heval Mazlûm”
“Pale”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.