• "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî" de dest bi bernameya xwe ya "Hefteya Zimanê Zikmkî"

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî" de dest bi bernameya xwe ya "Hefteya Zimanê Zikmkî" kir. 

Komele li Bazara Jiyanê ya navçeya Baxlar a Amedê dest bi bernameya xwe ku dê hefteyekê bidome kir. Beriya bernameyê girse gava bi etîketên navê zebze û fêkiyan li ser nivîsandî û pêşmalkên "Ez bi Kurdî dijîm" li ser nivîsandî ber bi bazarê ve çû, polîsan pêşî li ber girt. Lê girseyê bend û astengiyên polîsan derbas kir û heya bazarê meşiya. 

Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî li ber bazarê daxuyaniyek da û got: "90 salin zimanê Kurdî qedexe ye. Mafê perwerdehiyê yê bi Kurdî her tim rastî astengiyan tê. Em, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî, em ê xebatên xwe bidomînin." 

Piştî daxuyaniyê li esnafên bazarê etîketên navê zebze û fêkiyan nivîsandî û pêşmalkên li ser bi kurmancî û kirmanckî "Ez bi Kurdî dijîm" nivîsandî hatin belavkirin. Esnafekî jî rahişt pêşmalka li ser "Ez bi kurdî dijîm" nivîsandî û bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Kurdî û Kurdistan" girseyê pêşwazî kir.

MA/AMED