Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, bi merasîmekê hunermend Eyaz Yûsif bi bîr anî.
Yekşemê êvarê, bi boneya salvegera 35`an a wefata hunermend Eyaz Yûsif yê ku bi navê Eyaz Zaxoyî tê nasîn, ev bibîranîn bi rê ve çû. Merasîma bibîranînê li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo çêbû.
Hunermendên Herêma Cizîrê, endamên Yektiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û rewşenbîrên herêma Cizîrê li merasîmê hazir bûn.
Endamê Komîteya Amadekar a merasîmê, Bêkes Darî bixêrhatina beşdaran kir û got, malbata hunermend Eyaz Yûsif hewl da ku li merasîmê hazir be, lê ji ber astengiyan nedikarî amade be: “Birayê hunermend silavên xwe ji gel, hunermend û dezgehên Rojavayê Kurdistanê re dişîne û ji ber hezkirina wî ji Rojava re soz da ku di demeke nêz de ew ê serdana me bike.”
Piştî axaftinan, sînevizyonek li ser jiyana hunermend Eyaz Yûsif hat pêşkêşkirin, ku tê de birayê wî Hacî Yûsif, hunermend Bilind Ibrahîm, hunermend Xelîl Xemgîn û hunermend Rojda axivîn. Paşê hevseroka Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê û cîgirê wê Danîş Botan ji ber ne hazirbûna malbata hunermend Eyaz Yûsif xelat radestî hunermend Nesrîn Botan û Hacî Mûsa kir. Hunermend Nesrîn Botan soz da ku ew ê xelatê radestî malbata hunermend Eyaz Yûsif bike.
Di dawiyê de koma Cûdî stranên Eyaz Yûsif gotin.
Eyaz Yûsif sala 1961`ê li Zaxoyê hat dinê. Sala 1986`an di 20´ê Çile de di encamê nexweşiyê de wî koça dawî kir. Strana hunermend
Eyaz Yûsif a pêşî, sala 1982`an bi navê “Min dît cara ewilî” derket. Hunermend 65 stran çêkirine yan jî gotine.
ANHA/QAMIŞLO