Ewrên reş û şewqa birûskê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:12

  • Mike Olbinski weke wênegirê bager û bahozan tê naskirin. Ji vî karî gelekî hez dike û nexasim bala wî li ser wêneyên bahoz û bageran e.

Mike Olbinski weke wênegirê bager û bahozan tê naskirin. Ji vî karî gelekî hez dike û nexasim bala wî li ser wêneyên bahoz û bageran e. Ji ber vê hezkirina xwe ev çend sal in pêşbirka “Wêneyên bahozan yên herî baş” li dar dixe û pêşengiya vî karî dike. 

Di pêşbirka îsal de wêneyê Alexis Maillard yê ku li Fransa di nav rezekî de girtiye, bûye yekemîn. Alexis di nav ewrên reş de kêliya ku şewqa birûskê ketiye ser rez girtiye. Di nav tarîtiyê de birûsk pirr xweş girtiye û dîmenek hêja ye.

Mike Olbinski ji bo pêşbirka lidar dixe, dibêje, “Motîvasyona vê pêşbirkê ew e ku em wêneyên baş bibînin û wan pîroz bikin. Gelek caran li ser Facebook, Istagram û Twitterê wêne tên parvekirin û paşê jî zû bi zû ew wêne winda dibin. Ez dixwazim bi vê pêşbirkê em wêneyên hêja yên ku keda wênegiran derdixe holê, nîşanî xelkê bidim.”

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.