Ew kî ye ji neynikê derdikeve?

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Tebax 2022 - 22:06

  • Îlhama berhemên min dinyaya xwezayî ye, werzêîn diguherin, dinya û hewa, mezinbûn û jiyana nebatan. Ez baxçevaneke amator lê dildar im. 

Jeanne Argent peykersazeke li derveyî sînorên rêûresmê ye. Esas ew dibêje, “Îlhama berhemên min dinyaya xwezayî ye, werzêîn diguherin, dinya û hewa, mezinbûn û jiyana nebatan. Ez baxçevaneke amator lê dildar im.

Û ez çavdêriya wê yekê dikim ka di tov de û li baxçe diqewime û vê çavdêriya xwe bi kar tînim bi xêzkirin, wênegirtin û wekî din da ku teşeyê peykerên xwe bisêwirînim.

Berhemên min ên mezin ên li derve di çimentoyê de hatine bicihkirin û ji çimento û telêncamî hatine xurtkirin û çêkirin, hin parçeyîn piçûktir ên ji kîlê jî bi serê xwe didbin yek bi peykerî re.”

Yek ji peykerên wê yên herî navdar “Alice Through the Looking Glass” (Alice di neynikê re) ye. Ev berhema sala 1989´an hatiye çêkirin, li Baxçeyên Keleha Guildfordê li Ingilîstanê hatiye danîn.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.