Ew delal e wê nexeyidînin!

Nûçeyên Jin

În 30 Hezîran 2023 - 03:29

  • Ji bo gotina “şehîd namirin” nebe peyvek ji rêzê û şehîd jidil jî tim nemir bimînin, divê bi awayekî xweşik werin bibîranîn. Huner ew tişt e ku aurayekê yan jî îmajeke xweşik û bêdawî ava bike ji bo kesên çûyî. Dema mirov li hin stranan dihisîne û ji dil û can hîs dike, mirov wê îmaja nemir a şehîdan jî di wan de dibîne. 

Gava mirov li têkoşîna gelê Kurd a li hember zordestan difikire, bi rastî jî şehîdên ku bûne çirûska berxwedanê, heq dikin ku mirov li ser wan binivîse. Nivîsandin jî têrê nake, divê ew bi stran, film û afirîneriyên hunerî yên din tim li bîra xelkê bin. Ji lewre, heger siberojek ava bibe ji bo Kurdan, dê bi destê van şehîdan be. Her ku mirov li wêneyekî şehîdekî yan jî li serpêhatiyeke wan dihisîne, kizîn ji dilê mirov diçe û mirov pirr li ber wan dikeve. Lê her wiha ew bi çalakî û seknên xwe dikin ku em jî li ber xwe bikevin û bîra hin tiştan bibin. Ew bi çelengiya xwe vîn û ruhê şikestî ji nûve şiyar dikin. Mirov bi wêrekiya wan xurttir dibe. Şoreşger û gerîlaya serhildêr Şehîd Zîlan yan jî bi navê xwe yê li ser nifûsê Zeynep Kinaci jî, bi çalakiya xwe ya sala 1996’an, heman vîn û ruhê şikeştî yê civaka Kurd hişiyar kir. 

Şehîd Zîlan biryara çalakiya xwe li Dêrsimê da. Wê hewara zarok û dayikên ku di çeman de hatibûn xeniqandin, dibihîst. Xelkê wê kom bi kom li Dêrsimê hatibû qirkirin. Wê bi vê yekê baş dizanîbû û bi vê armancê xwest xelkê xwe yê hatibû qirkirin, bi bîr bîne. Ji lewma şehîdeke weke Zîlan divê ti carî neyê jibîrkirin û bi stranan tim li bîra me be. Stran dibêjim, ji lewma stran girîng in ji bo xelkên bindest. Nexasim jî ji bo xelkên bindest ku serdest dixwazin tim bîra wan bixitimînin, deng û awazên ku şehîdan tînin bîra xelkê, girîng in. Di vî warî de ji bo Zîlan em dikarin behsa çend stranan bikin ku ji bo wê hatine nivîsandin û gotin. Bi ya min ev 4 stran jî taybet in. Ev stran dikin ku mirov bêhtir li ser çalakiya Zîlan û ruhê wê yê şoreşger bihizire. 

 

Ji kurdan re hem Zîlan hem jî dîlan e

Aram Tîgran di strana xwe Zîlan de dibêje; “Nivîskaro qelem bigire û binivîsîne.
Lat û texta ji qelema bineqişîne. Siberojê ji me re mizgîn bîne. Wek Zîlanê kesek nîne.” Şehîdên Kurdistanê ew kes in ku mizgîniya siberojeke azad didin xelkê xwe, ji lewre divê niviskarên Kurd her qelem di destên wan de be û karibin ji bo wan binivisînin. Peyva “Wek Zîlanê kesek nîne” jidil jî ne peyveke ji rêzê ye, gava ku Aram Tîgran stranê dibêje, mirov yektabûna Zîlanê ji kûrahiya dilê xwe hîs dike. Her wiha peyvên stranê yên weke “Tu ji Kurdan re hem Zîlan î û dîlan î. Çawa hatî bajarê Dêrsimê, wisa jî çûy bi mêvanî” çalakiya Zîlanê di heman demê de weke “dîlanek”ekê jî dinirxîne. Wê weke mêvanekê li Dêrsimê dîlana xwe girt û bi mêvanî xatir xwest. Temeziya di destên wê de bû ala berxwedana gelê Kurd ya ku her li ba dibe.

 

Ji serê heft çiyayan kulîlkên heft reng

Gerîlayên hevalê wê yên hunermend ên ku wê ji xwe re weke fermandarekê didîtin jî, Zîlan ji bîr nekirin. Ji bo wê stranên xweşik ên ku niha jî li ser zar û zimanan in çêkirin. Hunermend Rotînda ku ewqasî jê hez dike, van gotinan ji bo wê dinivise û dike stran; “Herin ji serê heft çiyayan kulîlkên heft reng bînin. Wan kulîlkan li der û dora serê Zîlana min bigerînin. Bînin bi wan kulîlkan Zîlana min bi heft nexşan bixemilînin. Wer bikin ku Zîlana min nexeyidînin. Ew delal e û rêheval e.” Şehîd hevrêyên herî xweşik û delal in û divê piştî mirinê ew bi ti awayî neyên xeyidandin! Ji bo ew nexeyidin divê mirov li mîrasa wan xwedî derkeve. Divê ew tim bi henûnî werin bibîranîn, bi kulîlkên heft reng ên ku ji serê heft çiyayan hatine komkirin. Jixwe, yek ji hevrêyên wê yên jin, hunermend Delîla jî ew weke parazvana roja xwe dihesibîne û di strana xwe ya Zîlan de dibêje, “Taca azadiyê bînin. Deynin serê Zîlana min.” Zîlan, ku ew bûye roniya reşikê çavên hevrêyên xwe bi gul û kulîlkan tim dimîne di bîra me de. Ev stran dikin ku em wê bi vî awayî bi bîr bînin.

 

Emanet vê çîrokê ji bîr neke

Stranbêjekî weke Ciwan Haco yê ku bi stranên xwe xaniyekî mezin ê bibîranînan çêkiriye, ji bo bîra gelê Kurd, ji bo Zîlanê dibêje, “Silavên germ li te ey hevala Zîlan” û wê weke hevalekê dibîne ji bo xwe. Ew jî di strana xwe de behsa Zîlanê dike, ew Zîlana ku “dengê wê digihîje ezmanê heftan.” Ew di vê strana xwe de ya ku mirov ji guhdarîkirina wê ti carî aciz nabe û dikare li ser hev deh caran lê guhdarî bike, têkiliyeke dîrokî datîne bi çalakiya Zîlanê re. Komkujiya Geliyê Zîlan jî weke serpêhatiyekê li stranê zêde dike û dibêje, “Keça min, ev e çîroka Geliyê Zîlan. Emanet vê çîrokê ji bîr neke.” Yanî bi her çalakiya şehîdekê re çîrokên me yên emanet ên ji dê û bavê me mayî tên ziman. Şehîd ew kes in ku li van emanetan xwedî derdikevin.

Şehîd Zîlan jî bi çalakiya xwe li emanetên dîrokî yên xelkê xwe xwedî derket. Yanî wê bîra serhildanên bav û kalan bir û serpêhatiya wan ji bîr nekir. Ji lewma jî weke Ciwan Haco gotî; “Nikarim ez bidim pesnê te ey Zîlan. Çi navî ez bêjim li te tê bêgoman.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.