Hevrêtiya bi Rêber APO re ye

Pêncşem 29 Hezîran 2023 - 14:06

  • KCK: Hevrê Zîlan bi jiyan, sekn, meş û çalakiya xwe li Kurdistanê bû sembolek, xetek û rêbazek. Ne tenê li Kurdistanê û ji bo gelê Kurd, ji bo tekoşîna azadiyê ya jinê û ya gerdûnî ya mirovahiyê xwedî cih û girîngiyeke mezin e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera çalakiya fedayî ya Zîlan a 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê got, "Em, hevala Zîlan a ku di 20'ê Hezîrana 1996'an de çalakiyeke mezin li dar xist û navê xwe li dîrokê nivîsand, di şexsê wê de jî şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêz û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, soza dilsoziyê û serketinê ya ku me daye şehîdan, em careke din didin. 

Gelekî zehmet e ku bi gotinê rastiya Zîlan bi her awayî û wateyê bê vegotin. Jixwe, Zîlan ne bi gotinê lê bi çalakiyê xwe îfade kir. Dema ku çalakiya xwe ya dîrokî kir, diyar kir ku ew gelekî hez ji jiyanê dike, dilsoza jiyanê ye û çalakiya xwe jî ji bo vê dike. Ev sekn û kûrahî, tenê bi meşa li ser xeta azadiyê dikare bê fêhmkirin û bicihanîn. Lewma fêhmkirina Zîlan, hevrêtiya bi Zîlan re tenê bi meşa li ser xeta wê dibe.

Zîlan Fermandar e

Rêber Apo got, Zîlan fermandar e, em jî şervanên li ser xeta wê ne û her carê destnîşan kir ku divê hevala Zîlan û çalakiya wê baş bê fêhmkirin, ew bi xwe jî hewl dide vê yekê hîn bêhtir fêhm bike û hêjayî wê be. Di pêvajoyeke bi vî rengî de desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl dide Kurdan qir bike, modernîteya kapîtalîst bi girankirina qirkirina jin, civak û xwezayê hewl dide serweriya xwe dewam bike; ji bo vê jî bi kûrkirina qirkirina jinê hewl dide serweriya xwe dewam bike; li dijî vê yekê jî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gel, jin û bindest hemû di nava berxwedanê de ne. Ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku di pêvajoyeke bi vî rengî de rastiya Zîlan bê fêhmkirin û kûrbûn di nava vê rastiyê de bê kirin. 

Zîlan derb li sîstema qirker da

Çalakiya hevala Zîlan nîşaneya herî mezin a xwedîderketina li rastiya Rêbertiyê ye ku pîvanên azadiyê afirandine û wê diparêze. Jixwe, ya ku rastiya Zîlan derxiste holê jî ev sekin û fikir e. Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo îmhakirina Rêber Apo kete nava liv û tevgerê û êrişên îmhayê dikir, hevrê Zîlan çalakiyeke mezin a dîrokî pêk anî û nîşan da ku dilsoziya bi Rêber Apo re divê çawa be. Zîlan bi vê çalakiya xwe derbeke mezin li sîstem û mejiyê dijminê mirovahiyê, qetlîamkar, mêtinger û qirker xist, azadî xurt kir û bû mînaka herî esîl a hevrêtiyê. Rêbaz û çalakiya hevrê Zîlan di heman demê de nîşaneya ast û rêbaza nû ya li ser xeta fedayîtiyê ye ku têkoşîna me ji xwe re dike esas. Ev yek di rêbaza fedaîtî ya Apoyî de digihêje asta herî bilind. Bêguman Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê vê rêbazê ji xwe re dikin esas, bi vê rêbaza fedayî li dijî dijminê faşîst li ber xwe didin û ji bo parastin û azadiya Kurdistanê şer dikin. Gerîla îro li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê, Botan, Amed, Dêrsim, Serhed û li her devera din ku lê ye, bi rêbaza Zîlan li ber xwe didin, dijîn û şer dikin.

Zîlan fêhmkirina Rêber APO ye

Bêguman ji bo Zîlan bê fêhmkirin, divê hesreta wê bi cih bê anîn û li ser xeta wê bê meşandin. Zîlan beriya her tiştî fêhmkirina rastiya Rêber Apo ye ku ji bo gelê Kurdistanê afirînerê nirxan hemûyan e, îfadeya dilsoziya bi Rêber Apo û hevrêtiya pê re ye. Lewma ji bo me fêhmkirina rastiya Zîlan û meşa li ser xeta wê, kûrbûna bêhtir a li ser rastiya Rêber Apo ye. Di salvegera 27'an a şehadeta wê de em hevrê Zîlan û di şexsê wê de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de gelê me, em bang li her kesî dikin da ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo helwêsteke xurttir nîşan bide.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.