Em şagirtên Zîlan in

În 30 Hezîran 2023 - 15:13

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Pelşîn Koçgirî armanc û bandora çalakiya Zîlan (Zeynep Kinaci) ya di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê li dijî komplo û êrişên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, nirxand. 

Koçgirî got, “Di sala 1996’an de li dijî Rêbertiyê komployek hate kirin. Li Qada Rêbertiyê teqîneke mezin çêbû. Him di salên 1995, 1996, 1997 û bi taybetî jî di sala 1998´an de tevgerên giran dihatin kirin. Di rastiyê de ji sala 1995’an ve dest pê kirin ku gerîla biqedînin, Rêbertiyê bikin hedef. Zîlan, yek ji wan kesan bû ku ev tişt dît û li hemberî vê rewşê sekinî. Çalakiya wê bersiv da vê rewşê. Wê got, hûn nikarin destê xwe bidin Rêbertiyê. 

Zîlan xeta tekoşînê nîşan da

Di dema avakirina Komarê ya bi Lozanê re, li ser gelan qirkirin hate kirin. Komkujî û qetlîama herî mezin li Dêrsimê hat kirin. Bi vî awayî dihat xwestin ku cewhera Kurdayetiyê bi dawî bibe. 

Em dikarin bibêjin, hevala Zîlan xitimandineke taktîkî bi dawî kir. Wê demê, hûn dizanin gerîla şerek didomand. Artêşa Tirk nekarî gerîla têk bibe. Ji ber vê yekê Rêbertî kirin hedefa xwe. Di nav gerîla de jî xitimandin û dubarebûn hebû, ji bo derbaskirina vê Rêbertiyê jî gelekî hewl da. Helwesta Zîlanê ji bo ku têkoşîna gerîla bi xurtî bidome jî helwesteke xurt bû. Tarza Rêbertiyê ye ku tişta nabe, dikare bike. Ev felsefeya Rêbertiyê ye. Ji ber vê yekê Rêbertî got, ‘Zîlan fermandar e, em şervanên wê ne.’

Di feraseta mêran de teqiya

Çalakiya Hevala Zîlan di rastiyê de lêgerîna îradeya xwe ye, lêgerîna ji nû ve vegerandina jiyanê ye, rêya jinbûna jiyanê ye. Di lêgerîna xwe de mîna bombeyekê teqiya. Ev bombe di feraseta paşverû ya mêran de teqiya. Îddîaya me ya azadiyê eşkere ye. Ji bo vê berdêl hene. Beriya wê jî Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî hebûn. Keçên ciwan ên weke Rahşan ji nava gel derketin. 

Sekna derveyî Zîlan xiyanet e

Her kesê li dîmenên hevalên herî dawî li Mêrdînê şehîd bûne, temaşe kir. Sekna gerîla wisa ye. Yanî li hemberî vê faşîzma tarî, şêwazekî din ê sekna me nabe. Ji bo me, Kurdan û gelan tişta diyarker têkoşîn e. Di rastiyê de banga heval Zîlan têkildarî vê yekê ye. Ji ber ku sekneke li derveyî vê, li hemberî evqas nirxên hatine avakirin xiyanet e. Ji bo vê yekê, sekna Zîlanê girîng e. Em weke YJA Starê, em ê her tim şervanên fermandara xwe Zîlanê bin. Em ê nîşan bidin ku em şagirtên wê ne. Biryardariya me lehengên ku di van du salan de derketin pêş, derxist holê.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.