Xeta jinê ya Zîlan e

Duşem 3 Tîrmeh 2023 - 15:25

  • Besê Erzîncan: Pêşengiya jinê tenê bi nirxandinên siyasî, peyam û dayîna perspektîfan nayê kirin. Her pêşengek divê di nava civakê de berbiçav bixebite, yek bi yek yan bi perwerdeyê yan jî bi rêxistinbûnê xwe bigihîne mirovan.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî encamên çalakiya fedayî, êrîşên li ser jinê û rê rêbazên têkoşînê axivî.

Besê Erzîncan derbarê bandora çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan a li ser Tevgera Jinên Kurd got, “Çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan şîfreyên afirandina şêwazên serketinê û rêyên wê yên esasî nîşanî me dan. Bi tenê, bi vê şêwazê fikir, jiyan û xebata mirov dikare faşîzmê têk bibe. Divê em vê xetê, têgihiştinê û felsefeyê ku wê di her xebatê de me bigihîne serketinê, baş fêm bikin.

Besê Erzîncan di dewamê de derbarê êrişên li ser jinan de jî wiha peyivî: “Sîstema mêrê desthilatdar di nava modelên jiyana kole ya jinan de, stratejîk û taktîkan bi pêş dixe. Tê zanîn ku di warê pûçkirina lêgerînên azadiyê yên jinan û xapandina wan de, bûne pispor. Hewl didin di vî warî de hewldanên têkoşîna azadiyê bê wate bikin. Jin rû bi rûyê gelek aliyên tercîha koletiyê dimînin û zor li jinan tê kirin da ku vê yekê qebûl bikin. Lewma heta ku jin ji dewletê, saziya zewacê ya klasîk û şêwazên jiyana li derdora vê yekê rizgar nebin, nikarin azad bibin.”  

Azadiya şexsî nabe

Besê Erzîncan îşaret bi bipêşketina lîberalîzmê ya di nava civakê de jî kir û got, “Mirov bi xweşikî di warê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk de bîrewer nabin. Mîna ku demeke dirêj e qaîdeyên demokratîk û hiqûqê hene û li gorî vê terzekî gotinê û xebatê hat bipêşxistin. Divê mirov li gorî asta ku faşîzm gihiştiyê, bi şêwazên xebatê dakeve. Jiyanek û şêwazeke xebatê ya di bin kontrola dijmin de, teqez wê bi bin bikeve. Ji bo li pey xwe hiştina vê, divê rêbaz werin bipêşxistin. Di vî warî de divê em lîberalîzmê baş tehlîl bikin bikin. Sekna çîna navîn, sekna bendewariya ji dewlet û mêr e. Hêza xwe ya cewherî dernaxe pêş. Rêxistinbûnê pêwîst nabîne. Di jiyanê de bê navber valahiyan çêdike. Bi vê rewşa xwe, rê li ber faşîzmê vedike ku xwe bi rêxistin bike. Mînak, tê gotin ku xeta çîna navîn li Amed û Qamişloyê serwer e. Ji aliyê jinan ve divê em lîberalîzmê baş tehlîl bikin û têbikoşin. Şêwazê kûrahiya mêtingeriya jinê, herî zêde jî di nava sîstema lîberal de bi pêş dikeve. Lîberalîzm têkoşîna kolektîf dikuje. Ji aliyê jinan ve azadiya şexsî ne pêkan e. Divê azadiya şexsî û civakî bi hev re bên meşandin. Em ne tenê li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên azadiya jinê dixebitin. Em dixebitin ku şoreşa Kurdistanê û şoreşa Rojhilata Navîn û cîhanê li ser bingehê neteweya demokratîk pêk bînin û pêşengiyê ji vê re bikin. Pêşengiya jinê tenê bi nirxandinên siyasî, peyam û dayîna perspektîfan nayê kirin. Her pêşengek divê di nava civakê de berbiçav bixebite, yek bi yek yan bi perwerdeyê yan jî bi rêxistinbûnê xwe bigihîne mirovan.”

Em çandeke cuda bi pêş dixin

Li ser şêwaza tekoşînê ya jinan jî Besê Erzîncan got, “Bersivên me yên ji bo pirsa ‘em çawa bijîn’ gelek girîng e. Em vê bersivê li gorî sîstemê didin, yan li gorî xeta Rêbertiya xwe; ev mijara nîqaşê ye. Jineolojî gihiştiye asteke girîng. Lê pirsgirêkên wê hene ku gelbûn, uslûb û kesayeta xwe li gorî vê ava bike. Lewma di nava jinan de pirsgirêkeke cidî ya ronîbûnê heye. Divê fêrbûna xwendina pirtûkan bi pêş bikeve. Pirsgirêkeke din a girîng, pirsgirêka rêxistinbûnê ye. Bi madîyat, rayedarî û meqamên şexsî, em bi danakevin. Ji bo bipêşketina şêwazê rêveberiya jinê ya alternatîf, şaşitiyên me yên cidî hene. Di xebatên jinê de mîna mêr rêvebirin, mîna mêr siyasetkirin, deshilatdarî, kariyerîzm, populîzm tê dîtin. Em dixwazin çandeke jinê ya cuda pêş bixin. Bi teqlîdkirina mêr azadî nabe. Bêyî mirov ferq bike, wê koletiyek hîn zêdetir çêbibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.