Her dengbêjekî Kurd xwedî bernavkekî cihê ye, ji Şakiro re Şahê Dengbêjan yan jî Kewê Ribat, ji Evdalê Zeynikê re “Homeros”ê Kurdan tê gotin. Apê Silêman Dogan ku ew jî yek ji dengbêjên herêma Dersimê bû weke “Silo Qiz” dihat nasîn. Apê Seydo Şîmşek jî bi bernavka xwe ya “boyaxçî” dihat nasîn, yanî weke Seyidxanê Boyaxçî di nav gel de hat naskirin. Ji ber ku wî 25 salan karê boyaxçîtiya pêlavan kiribû, ev bernavk bi wî ve zeliqîbû.
Seyidxanê Boyaxçî sala 1933’yan li Erxeniya Amedê hatiye dinyayê. Ew bavê heft zarokan bû û demeke dirêj li Şaredariya Amedê, weke karkerê berhevkirina çopê xebitî heta ku ew ji vî karî teqawît bû. Lê wî li gel vî karê xwe bi salan li taxa Sûrîçî pêlav jî boyax kirim û debara xwe bi vî karî kir.
Têlî, Emro û Şarê xweş şirove kir
Dengbêj Seyidxanê Boyaxçî piştî ku li Amedê, li navçeya Sûrê Mala Dengbêjan vebû, karîbû dengê xwe bêhtir di nav xelkê de belav bike. Gelek dengbêjan bi piştevaniya Mala Dengbêjan dîwan datanî, xelk dihat û li vir guhdariya wan dikir. Apê Seyidxanê Boyaxçî jî bi vî awayî bêhtir hate naskirin. Seyidxanê Boyaxçî heta mir jî diçû li Mala Dengbêjan kilam digotin û civat geş dikirin.
Seyidxanê Boyaxçî weke “Bilbilê Amedê” jî dihat nasîn, gelek caran jî dema kilam digotin, wî bi xwe digot, ez bilbilê Amedê me. Wî nexasim jî kilama “Têlî” ya Hiseynê Farê pirr xweşik şirove kir û ev kilam bi saya wî hinekî dîtir belav bû di nav gel de. Her wiha wî kilama “Emro” û “Şarê” jî pirr xweşik şirove kir û da nasîn.
Seyidxanê Boyaxçî di sala 2020’an de, 5’ê meha Tîrmehê li Amedê kiras guherî û ji vê dinyaya gewrik bar kir. Gava ew mir 87 salî bû. Seyidxanê Boyaxçî li pey xwe gelek kilamên bi Kurdî hiştin ku hîna jî xelk bi dildarî li wan guhdarê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN