Ew bi ‘ên din’ re mijûl e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Îlon 2021 - 01:16

  • “Heger em bi hêz û potansiyela ciwanan û bi qedrê wan zanibin, ew jî dê bi xwe bawer bin. Hingê ew dê bêhtir tiştan hêvî bikin û bixwazin. Divê bi kêrî civakê werin. Ez naxwazim jiyana ciwanên me bibe wek cihê xurdeyan, divê em vê baweriyê bidin wan ku pêdiviya dinyayê bi wan heye.”

Hunermendên afirîner dikarin ji her malzemeyî tiştinan biafirînin û hunerê xwe pêk bînin. Hunermendê Ingilîzî Matt Small li stûdyoya xwe portreyên mirovên reşik ên ku civak bi çavekî din li wan dinihêre, çêdike û dibêje, “Civak van mirovan ji xwe dûr dike û qîmet nade wan. Ez jî bi vê hunerê dixwazim wan derxim pêş û bi qedrê wan zanibim.” Matt Small sala 1975’an li Londonê ji dayîk bûye û sala 2000’î jî ji “Koleja Huner a Meliktiyê” mezûn bûye. Piştî mezûn bûye ji xwe re stûdyoyek vekiriye û karên xwe li vir bi rê ve dibe.
 
Ruh bi malzemeyên avêtî tîne

Matt Small hemû malzemeyên xwe ji ser çop û guhûrê kom dike û ji bo van malzemeyan bibîne tim li kolanan digere. Ew ji bo portreyên xwe çêke bêhtir hesin bi kar tîne, hesinên zingargirtî yên ku bi kêr nayên û hatine avêtin. Ev malzemeyên avêtî, li ber destên wî dibin malzemeyên bikêrhatî. Di nav wan de ji deriyê firûnan heta bi kaportayên wesayîtan hene. Ew van malzemeyên ku di depoyan de hatine jibîrkirin ji nûve derdixe û bi şêweyekî dîtir dîsa ruh bi wan tîne. Ev portreyên wî yên ji hesin berhemên van tiştên avêtî ne. 

Bandora Basquiat lê dibe

Portreyên ku çêdike wek mozaîkê ne. Di koleksiyona wî de ev portre gelek in. Ew hesinên ku dibîne, bi ti awayî boyax nake. Rengên wan yê heqîqî çi be, wisa dihêle û li gor reng û zingara wan, dibire û wek parçeyên mozaîkê li hev rast dike. Ew wisa îfadeyên baş ên portreyan derdixe holê. Lewma, ew bi van portreyên xwe dixwaze peyamekê jî bide û bêhtir li ser reşikên ku wek “ên din” tên dîtin hûr dibe. Ew beriya li ser vê mijarê hûr bibe berhem û karê şêwekar Jean Michel Basquiat nas dike û bandora Basquiat gelekî lê dibe. Basquiat sala 1988’an di 27 saliya xwe de wefat kiribû. Ew jî wek Matt Smal reşik bû û di wî temenê ciwan de bi hunerê xwe gelek deng vedabû.  

Ez wan xweşik nîşan didim

Matt Small dibêje, “Ev portreyên ku çêdikim, li herêma ku lê dimînim, gelek in lê kes naxwaze wan bibîne. Ez baş hay ji vê yekê heme û çavdêriyan dikim. Kesên ku kes naxwaze li rûyê wan binihêre, dibin mijara portreyên min. Min wisa hîs kir ku divê ez van kesan wek belgeyekê nîşan bidim. Ez dixwazim wan xweşik nîşan bidim û bi vî awayî derxim pêşberî civakê. Ji bo vî tiştî bikim jî ev fikra min ya ku ji kolanan malzemeyan kom dikim û ji wan huner çêdikim pirr girîng e. Girêdayî mijara min û tiştên dixwazim bibêjim e. Ji ber wê, ev rêbaz ji bo min çêtir xuya bû.” 

Wêkî din Matt Small ji muzîkê jî pirr hez dike û dixwaze bi van portreyên xwe hesteke muzîka “jazz” jî derxe holê. Matt Small dibêje, “Ez di karên xwe de dixwazim ew tiştên ku muzîkjenên jazzê hest dikin, hîs bikim.”  

Awirên reşik yên bi rengê zengarî

Matt Small ji bo her portreyek xwe dikare bi mehan bixebite. Ew li stûdyoya xwe bi baldarî perçeyên hesin yên ku ji derva kom kiriye ji portreyan bi cî dike. Pêşî li ser kontrplakê pêşnûmayekê hazir dike û hêdî hêdî li ser vê kontrplakê dimeşe ta ku ew portreyê diqedîne. Ji bo wî reng girîng e, ji lewma ew awirên kesên reşik bi van rengan derdixe pêş. Bêhtir jî rengê qehweyî yên nêzî rengê zer bi kar tîne. Ew van parçeyên hesin ên zingargirtî yek bi yek bi slîkonê li ser kontrplakê dizeliqîne û di dawiyê de ev portreyên xweşik derdikevin holê.

Ew bavê du zarokan e û her roj bi rêk û pêk diçe studyoya xwe. Lê piştî nîvro dîsa vedigere malê. Matt Small dibêje, “Ez wexta xwe zêdetir li vir derbas dikim, lê piştî nîvro diçim malê. Ji ber ku dixwazim bi malbata xwe re jî wext derbas bikim”

Ciwan ji bo me bi nirx in

Matt Small dibêje, “Ev portreyên min yên wek mozaîkê tiştinan dibêjin derbarê wê yekê de ka em li ciwanan çawa binihêrin. Ez wisa hîs dikim ku ji bo tiştekî îfade bikin, xwedî gotin in portreyên min. Heger em bi hêz û potansiyela ciwanan û bi qedrê wan zanibin, ew jî dê bi xwe bawer bin. Hingê ew dê bêhtir tiştan hêvî bikin û bixwazin. Divê bi kêrî civakê werin. Ez naxwazim jiyana ciwanên me bibe wek cihê xurdeyan, divê em vê baweriyê bidin wan ku pêdiviya dinyayê bi wan heye.”

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.