• Stranên ku ji awazên wî ne, ji aliyê gelek hunermendên mezin ve hatine gotin û li seranserî Kurdistanê belav bûne. Apê Hisên ev 40 sal in ku ji bo muzîka Kurdî xebitiye; ew dibêje: Ez evîndarê hunerê Kurdî bûn, ne yê pereyan.

SOLÎN EHMÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Hisên Tofo, li şaneşîna mala xwe ya taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê rûniştiye û li benda hatina me ye da ku ji me re behsa jiyana xwe ya hunerî bike. Ew ji 1971’ê ve di vê malê de bi cih bûye. Piştî ku em derbasî nava mala apê Hisên Tofo bûn, wî rahişt tembûra xwe û em vegerandin salên 70’yî, bi her mijarê re, Apê Hisên stranek ji helbestên Kurdî yên ku wî awazên wan danîne, digot.

Hewldanên yekem ên apê Hisên ên çêkirina awazan ji vir de dest pê kir ku bi hevalê xwe re, Xelîl Sasonî yê ji Qamişloyê ku di 2020'an de çûye ber dilovaniya xwedê, awaz li helbesta Cegerxwîn a bi navê "Nalînek tê guhê min" danîn. Lê belê ji ber siyasetên faşîst ên hikûmeta Şamê yên li dijî Kurdan, navê helbestvan û awazdaner li ser kasêtê nedihatin eşkerekirin.

Heta roja îro yê ku li strana "Nalînek tê guhê min" guhdarî dike, yekser hunermendê nemir Mihemed Şêxo tê bîra wî, lê belê apê Hisên Tofo yê ku awazên stranê danîne, nayê bîra kesî.

Piştî wê stranê, Apê Hisên bi dehan helbestên Kurdî bi awaz kirin û ew stran li seranserî Kurdistanê belav bûn û gelek hunermendan ew gotin. Ji wan sirûda "Herne pêş" a ku hunermend Şivan Perwer û komên Berxwedan û Grup Yorum gotine û strana "Pêşkevin" a helbestvan Ehmed Namî ku hunermendên nemir Mihemed Şêxo, Hozan Şiyar û hunermend Berfîn Aktay jî ew gotine.

 

100 helbestên Kurdî bi awaz kirin

Hisên Tofo dibêje, wan gelek stran û sirûdên şoreşgerî jî li gorî awazên gelêrî bi awaz dikirin, da ku rejîma Sûriyeyê peyama wan stranan nizanibe û ew stran li seranserî Kurdistanê belav bibin. Apê Hisên ji destpêka jiyana xwe ya hunerî de 100 helbestên Kurdî bi awaz kirin, ji wan 25 yên Cegerxwîn in.

2 awazên naskirî ku di nav Kurdan de belav bûne yên Apê Hisên hene, ew jî "Şeva Hicranê" ya ku hunermend Miço Kendeş û helbestvan Ferhad Merdê û Koma Berxwedan gotine. Ya din jî "Felek destê xwe nade" ya ku hunermend Mîr Perwer gotiye ku di encama komkujiya duyemîn a Parîsê de şehîd bûye. Her wiha hunermend Seîd Gabarî, Selah Osê û bi dehan hunermendên din ew stran gotine.

 

Xelata Kurdistanê ya şikestî

Apê Hisên, ev xizmetên hanê bi dilxwazî birine serî; ji bo wê ew dibêje, "Ez evîndarê hunerê Kurdî bûm, ne yê pereyan". Apê Hisên di mihrîcana "Vejandina Folklora Kurdî" ya 2005'an a li bajarê Silêmaniyê de beşdar bû û li wir hat xelatkirin. Apê Hisên got, "Dema ku em vedigeriyan malê rêbendeke rejîma Sûriyeyê em rawestandin, xelata min a ku navê Kurdistanê li ser e, dîtin; wan ew xelat şikand, lê heta niha ew xelata şikiyayî li cem min maye."

 

Folklora Kurdî ji bîr nekin

Piştî zêdetirî 40 salan ji awazdaneriyê û jenîna tembûrê, êdî Apê Hisên ji ber nexweşiyên xwe yên damarên xwînê nikare zêdetirî deqeyekê tembûrê bijene, lê ew ji bo danîna awazan ji helbestvanên Kurd re hîna li ser soza xwe ye. Apê Hisên bêriya demên berê dike û hemwextî wê jî bi bipêşketina huner li Rojavayê Kurdistanê kêfxweş e. Wî ji bo vê bipêşketinê got, "Hunerê Kurdî bi awayekî akademîk bi pêş ket, lê belê şîreta min ji bo we ev e ku hûn folklora xwe ji bîr nekin û wê baş nas bikin."

 

Apê Hisên kî ye?

Hisên Tofo sala 1946'an li gundê Xalid Gulo yê Qamişlo ji dayîk bûye, ji ber tinebûna navê wî di belgeyên hikûmeta Şamê de wî dev ji xwendinê berdayê û berê xwe daye karê ajotina patozan û piştre di pîşesaziyê de kar kiriye.

Rewşa zehmet a jiyana Apê Hisên di navbera wî, huner û muzîka Kurdî de nebû asteng, nexasim ku wî di salên 1963'yan de bi rêya radyoya Bexda û kasêtên muzîkê li Mihemed Arif û Hisên Cizrawî, Seîd Axa, Adil Hiznî, Yûsif Celebî û Hesen Zîrek guhdarî dikir. Her wiha piştî ku di 1979'an de bi helbestvanê Kurd Cegerxwîn re civiya, ev eşqa wî ya ji bo muzîkê bêhtir kela canê wî rakir.