• Gelo ti kes tine bû ku rabihuriya xwe parve bike? Du kesên hev nas nakin, têne ba hev û êşên xwe dibêjin! Bi min derûniya şer wisa ye ku mirov di wê kêliyê de hay ji êşên xwe tine ye. Na na hay jê heye lê hay ji parvekirina êşan tine ye.

BÊRÎVAN KARATORAK

Miajara filma Evîna min Hîroşîma*, çawa ji navê filmê diyar e, qetlîama Hîroşîmayê ye. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew bombeya kambax 6´ê Tebaxa sala 1945’an li bajarê Hîroşîmayê xist. Qetla bi hezaran Hîroşîmayiyan xist stûye xwe...

Seraktora filmê Elleyê ji bo çêkirina filmekê diçe Hîroşîmayê, û ew û avahîsaz Lui bi awayekî hev dinasin, şevekê bi hev re dimînin. Sal 1959 e. Tenê tiştekî wan ê hevpar heye; teqîna bombeya li Hîroşîmayê! Êdî bibîranîn li şevê vedidin, dibin lavlavk û dor li şevê digirin... Elle bibîranînên xwe yên ku bi ti kesî re parve nekirine, bi Lui re parve dike. Di navbera rabihurî û îro de derûnî çirkan dide... Gelo ti kes tine bû ku rabihuriya xwe parve bike? Du kesên hev nas nakin, têne ba hev û êşên xwe dibêjin! Bi min derûniya şer wisa ye ku mirov di wê kêliyê de hay ji êşên xwe tine ye. Na na hay jê heye lê hay ji parvekirina êşan tine ye. Ji ber ku di wexta şeran de her tişt têk diçe - derûnî, aborî,beden û wekî din - heta ku ji mirovan tê, xwe baş nîşanî hev didin da ku mirovên li hemberî wan xwe xerab hîs nekin yan jî da ku civak zû bi ser xwe ve bê. Vê yekê ne bi zanebûn dikin, binehişîya wan bi wan dike. Divê ew birîna civakî bikewe, û çareya binehişîyê jî ev e. 

Piştî salan birîn diaxive

Piştî ku sal dibihurin, bala mirovan ji ser birînê diçe, êdî birîn diaxive, mirov nikarin debar bikin ji vê axivîna birînê. Her wiha ji ber ku civak jî êdî hinekî tê ser hemdê xwe, mirov jixweber dikare parve bike. Lê dîsa jî ne bi kesên şirîkên êşa xwe re! Ji ber ku sedemeke nepen heye ku mirov nikare bi wan re parve bike. Divê kesekî biyanî be da ku ji serî heta binî bê şerm û bê guman mirov bikare bibêje. Wekî din ziman nagere. Mirov dikare berxwedanê bi şirîkên xwe re parve bike lê mirov nikare têkçûne bi lêv bike, ziman nagere... Ziman lal, ziman ko, ziman biêş..!

Rabihuriya xwe dispêrin hevdu

Elle bi mêr e û Lui jî bi jin e. Herdu jî bi zewaca xwe bextewar in. Lê piştî şeva ku bi hev re bihurandin destê wan ji hev nabe. Ma evîn tiştekî wisa efsûnî ye ku şevekê bedenên hev dinasin û dil dikevin hev? Na, em di filmê de vê yekê nabînin.

Ne ku di şevekê de dil dikevin hev, di şevekê de hemû rabihuriya xwe raxistin ber hev û tenê ji hev re raxistin. Rabihuriya xwe spartin hev, ji aliyê dilrehetkirinê ve bûne stara hev. 

Bi huner nahêlin birîna wan ji bîr bibe

Li gorî şerekî qerase hêj dem gelekî di ser re nebihuriye û hêj nû dest bi gotina çîroka birîna xwe dike gel - ji kêşana filmê Elleyê diyar dibe. Çirîna birîna gel qediyaye, dest bi pê kiriye, dikewe û bi çêkirina filman yanî bi hûner, wê nehêlin ku birîna wan bê jibîrkirin. 

Berhemên resen dernakevin holê

Rewşa me Kurdan hinekî guhertiye ji ya wan. Em hê jî bi xwîna birîna xwe re mijûl in. Her roj birîna me hinekî din mezintir dibe û êşa wê roj bi roj cor dike. Hin hunermendên me berê xwe bidin huner jî berhemên resen dernakevin holê. Ji ber ku gelek rolên hunermendên me hene. Divê li aliyekî li ber xwe bidin, li aliyekî rêbertiya civakê bikin û li aliyekî jî biafirînin – huner bikin. Di nav qelebalixiya êşan de digevizin, ditengijin. Divê gelek tiştan bikin ji bo vê birînê û her wiha divê resen jî bin… 

Bi rastî jî di rewşên wiha tevlihev de mirov nizane ji ku dest pê bike. Êşên giran tiraliyekê peyda dikin di giyanê mirov de. Ji ber wê yekê hêj dema hunerê me nehatiye. Divê pêşî civak ji bin vê derûniya giran derkeve da ku hunermend ji aliye wicdanî ve rehet be ku karibe biafirîne. Helbet di rewşên dijwar de jî hunereke resen pêkan e, lê ev berhem hindik in. 

Hebûna berhemeke tenê jî berxwedanek e

Gelo di qirkirina cihûyan de hunerê cihûyan çiqasî pêşketî bû? Yan jî di çend berheman de qala qirkirinê kiribûn? Lê aniha her ku diçe berhemên qirkirina cihûyan zêdetir dibin. Birîna wan kewiya, zeman, dem derbas bû… Êdî bînerê birîna xwe ne. Berfirehtir dibînin û berfirehtir dihizirin… Em nehatine wê astê, ji me re hê dem divê… Ji ber wê yekê jî divê em bi awayekî hişk nêzîkî berhemên xwe nebin. Di rewşeke wisa giran de hebûna berhemekê tenê jî berxwedanek e…

• Derhênerê filmê “Hiroshima Mon Amour” (Evîna min Hiroshima; navê filmê yê bi Japonî jî dikare weke “Evîneke yek rojî” bê wergerandin) Alain Resnais e û dîmenên filmê sala 1959’an hatine girtin.