‘Evîna Kurd’ fragmanek belav kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Adar 2023 - 04:31

Rêzefilmê bi navê “Evîna Kurd” ku yek ji berhemên Komîna Film a Rojava ye li ser hesabê youtube fragmanek belav kir û da zanîn ku ew ê di demeke nêz de li ser ekranên Ronahî Tv were nîşandan.

Rêzefilmê “Evîna Kurd” balê dikşîne ser bûyerên salên 2017 û 2018’an. Behsa şerên taybet ên dijminên Kurdan dike. Di rêzefilmê de nêzî 20 karekterên sereke hene û çîroka wê jî li ser malbatekê ye koka wê vedigere serdema Şêx Seîd ango salên 1925’an.

Haşîm Aydemîr û Nûman Yîgît bi hevre derhêneriya kirine û Akîn Ronî jî senaryoya rêzefilma “Evîna Kurd” nivîsandiye. Rêzefilma “Evîna Kurd” duyem rêzefilmê Komîna Film a Rojava ye. Beriya niha jî rêzefilma bi navê “Tava Sor” hatibû hazir kirin û li ser ekranan hatibû nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.