• Filmê “Gava şitil mezin dibin” xelata filmê metraj dêrêj ê herî baş ji Festîvala Filman a Mobtevideo ya Navnetweyî ya li Uruguayê wergirt. Film bi serpêhatiya sêwiyekî û mastfiroşekî li jiyana piştî rizgarkirina Kobanê dinihêre.

ARAM EHMED/ANHA/HESEKÊ

 

Filmê “Gava şitil mezin dibin” xelata baştirîn filmê dirêj di Mihîrcana Filman a Montevideo ya Navneteweyî ya li Uruguayê de wergirt.

Film saetek û 23 deqîqeyan dirêj e û Komîna Film a Rojava ew çêkiriye. Sînemavan Rêger Azad Kaya bi koordîneya du derhêneran Deniz Derya û Mihemed Emîn Engîzek senaroyaya filmî nivisandiye û derhêneriya filmî kiriye.

Dîmenên filmî, li Kobanê havîna 2019`an hatine girtin. Çîroka filmî li ser froşkarekî mast e ku tevî du zarokên xwe Hisên û Zelal li Kobanê dimîne. Ew rojekê, di rê de rastî zarokekî bi navê Hemûdê tê ku li mala xwe digere. Di rêwîtiya wan a rojekê de gelek zehmetiyan dibînin, û piştî şerê Kobanê rastî civakeke nû tên.

Têkildarî fîlmê wî, em sînemavan Rêger Azad Kaya re axivîn. Wî got, “Film, havîna 2019`an hate çêkirin. Xebatên gritina dîmenên filmê, zêde dirêj nekir. Li gorî amûrên sînemayî, amûrên girtina dîmenan kêm bûn. Lê armanca me ew bû ku em balê bibin ser mijara filmî û karê komî.”

Kaya wiha behsa kesayetên di filmê xwe de û kesên ku rola wan kirine kir: “Ew ji Kobanê ne. Ti tecrubeya wan di aktorî û aktrîstiyê de tine ye. Malbat tev li şerê Kobanê bû. Her du zarok jî xwişk û bira ne. Bavê wan di şerê Şêxmeqsûdê de sala 2016`an jiyana xwe ji dest daye.”

 

Tevlî 10 festîval bû

Kaya da zanîn ku filmê “Gava şitil mezin dibin” di 10 mihrîcanên filman ên cîhanî de hatiye nîşandan û got, “Ji nav wan, Mihrîcana Filman a Meksîko, Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Montevideo, festîvaleke li Çînê, yeke li Kolombiyayê, yeke li Katalanya û yeke Swêdê, ji bilî hin festîvalên Kurdî. Axir festîvala film herî dawî lê hat nîşandan, Mihrîcana Montevideo ya li Uruguayê bû. Di vê mihrîcanê de, me xelata baştirîn filmê metrajdirêj wergirt. Ev, yek ji berhemên şoreşê ye. Armanca wê, ragihandina rastiya Şoreşa Rojava ye û nasandina sînemavaniya Kurdî ye.”

 

Bi zor û zehmetiya film hat çêkirin

Der barê astengiyên li pêşiya çêkirina vî filmî de Rêger Azad Kaya got, “Di girtina dîmenên filmî de me gelek zehmetî kişandin. Hemwextî girtina dîmenên filmî, dewleta Tirk a dagirker êrişî Girkê Spî û Serêkaniyê kir. Lê dîsa jî bi qasî me karî, me bi lez dîmenên filmî girtin. Rast e, demekê rawestiya lê piştî êrişan film kete qonaxa prodaksiyonê.”

 

Nîşandana filmî

Piştî ku film qediya, û wan wan film ji festîval û komîteyên nirxandina filman re şand, film bi giştî hatiye ecibandin: “Nihêrînên sînemavanan û derhênerên cîhanî, bi giştî erênî bûn. Vê hêz da me, em xurt kirin.”

Filmê “Gava şitil mezin dibin” cara pêşî li Kobanê û di Mihrîcana Filman a Meksîkoyê de hate nîşandan. Têkildarî wê Rêger Azad Kaya got, “Me film diyarî tevahiya zarokan kir ên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane, yên ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sêwî mane. Film li gundên Zapatîsta yên Meksîkayê jî hat nîşandan û vê yekê coşeke mezin da me.”

Di dawiyê de Kaya got, “Sînemavanî li Kurdistanê hêdî hêdî bi pêş dikeve. Ev bipêşketin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zelaltir e. Em hêvî dikin ku xebatên din ên hunerî çêkin.”

 

Ji Agiriyê ber bi Kobanê ve

 

Rêger Azad Kaya ji Agiriyê ye. Wî sînema, li Zanîngeha Antalyayê xwendiye. Sala 2013`an dest bi çêkirina filman kiriye. Gelek belgefilm ji bo kanalên telefizyonê çêkirine. Di gelek filman de kedaw wî heye. Sermeselê di filmê “Ji bo azadiyê” û di gelek kurtefîlman de, wek sînemavan û montajker xebitiye. Di çêkirina filmê Kobanê de jî ew hem yek ji derhîneran e û hem jî yek ji aktoran e.