Ev şerê Kurdan hemûyan e!

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Gulan 2022 - 22:00

  • Kurt û Kurmancî, şer bi her awayî didome, divê em jî bi her awayî; siyasî, hunerî û zanyarî ango bi awayekî rojane û di warê dijîtal de jî derewên dijminên xwe eşkere bikin. Li ber xwe bidin û êrişên diz û dagirkerên xwe pûç bikin. 

BERRÎ SHEMDÎN

Ferzende Beg, ji Melazgirê, ji eşîrê Heyderan e. Sala 1925’an, weke kesekî çalak di serhildana Şêx Seîd de cih girtiye. Yanî yek ji pêşeng û lehengên serhildanê ye. Bi hevjîna xwe Besra, keça xwe ya 7 salî Elfesiya û dayika xwe ya bi navê Asya re tevî şer dibe û di vî şerî de bi malbatî li ber xwe didin. Li hemberî artêşa Tirk a wê demê, têdikoşin. Ev têkoşîna wan dibe kilam û li ser zimanê dengbêjan digere. Li gorî kilamên dengbêjan dema di şer de zora Ferzende Beg dibin û ew dikeve, hevjîna wî Besra çeka wî li erdê nahêle, wê çekê ji erdê radike û ji devê Besrayê em van gotinan dibihîsin; 

".... 

Ji êvara Xwedê de teyrê ecelê
Li ser serê me Kurdan re digerîne
Ev ne şerê Hesenan e
Ne şerê Heyderan e
Ne şerê Cibiran e
Ne şerê Sînikan e
Ne şerê duwazdeh bavê eşîran e
..." 

Ev şerê Kurdan hemûyan e...

Mîna beriya bi 97 salan, îro jî dîsa heman dijmin êrişê dibe ser axa Kurdan. Ev ne şerê partîyan e, ev şerê Kurdan hemûyan e. Dijmin êrişî Kurdistanê dike. Ev ne şerê PKK û ne jî yê PDK’ê ye! Dagirkerên Kurdistanê berê jî êrişî êl û eşîrên Kurd ên xurt dikirin, dema şer dikirin, tenê ne bi eşîrekê re her wiha bi eşîrên Kurd yên xurt hemûyan re şer dikirin; yanî bi wan eşîrên ew ditirsandin hemûyan re şer dikirin. Li kuderê Kurdekî serî netewandî hebûya, bi artêş û kîmyabaranên xwe êriş dikirin. Çi ji destê wan dihat, texsîr nedikirin û dixwestin tovên Kurdan biqelînin.

Kurdên serhildêr naxwazin

Yanî şerê berê, tenê ne ji bo eşîra Hesenan û Heyderan bû, weke ku îro ne ji ber eşîra Barzaniyan e. Her wiha ne şerê herêmekê; Behdînan, Serhed, Şemzînan û Zaxo ye jî! Îro jî bi heman hişmendiyê êrişî temamê milkê Kurdan dikin. Ji Serhedê heta Anatoliya Navîn û metropolên Tirkan, li kuderê Kurdên serhildêr hebin û dengên xwe bilind bikin, dixwazin wan tine bikin. Yên tine nakin jî dîl digirin û diavêjin hepsan. 

Divê em ji dîrokê dersan bigirin

Dîsa bi heman hişmendiyê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê êrişî Tevgera Azadiyê dike. Dewlet li kuderê hêzeke xurt, partiyeke xurt û herêmeke xurt bibîne, dixwaze vê hêzê ji holê rake. Ji lewma, divê Kurd baş bi vê yekê zanibin ku ev şer ji partî, hêrêm û bîrdoziyan bêhtir, şerê tinekirina Kurd û Kurdistanê ye. Hewce ye em ji dîroka xwe hin dersan bigirin, berê jî hin eşîr û axayên bi hêz bi dewletê re dibûn yek û êrişî Kurdan dikirin. Lê paşê dewleta Tirk ev eşîr û axa, yan dikuştin yan jî dişandin sirgûnê. Yanî her tim ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne.

Keç û xortan nexin nav lepê dijimin

Di dema me ya îro de êdî gelê Kurd hay ji her tiştî heye. Li kuderî çi diqewime, dibihîse. Bila kes ranebe ji bo berjewendiyên xwe xelk û axa Kurdistanê binpê neke. Asayîşa herêmê dest danî ser 1200 maskeyên xazê, vê yekê dilê me Kurdan hemûyan êşand. Me hemûyan şerm kir û rûmeta me kete bin lingan. Heqê ti kesî tineye gelê Kurd piçûk bibîne, heqê ti kesî tineye keç û xortên Kurdan têxe nav lepê dijimin. Heqê ti partî û hizbê tineye milletê Kurd bike qurbana berjewendiyên xwe. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin! Ji ber peyveke giran e, ez naxwazim bibêjim xiyanet, lê bila kes van tiştên ku nayên gotin û kirin, neke. Heyfa xelkê ku bi salan e li ber xwe dide. Ev xelk li her derê dinyayê hêvî dike ku Kurdistan rojekê serbixwe û azad bibe.

Bi kurtasî şer bi her awayî didome, divê em jî bi her awayî; siyasî, hunerî û zanyarî ango bi awayekî rojane û di warê dijîtal de jî derewên dijminên xwe eşkere bikin. Li ber xwe bidin û êrişên diz û dagirkerên xwe pûç bikin. 

Em dîsa vegerin kilama “Ferzende Beg” û nivîsa xwe bi dawî bikin. Di cihekî kilamê de dayika Ferzende Beg, Asiya wiha behsa lehengiya Besrayê ango hevjîna Ferzende Begê dike:

"Hela bala xwe bidin dîya Elfesyayê [Besra]
Ketîye nava şerê giran
Wekî şêran tol distîne
Wele tu şêr î, qîza şêran î
Lêxe, diya min bî, lêxe
Şêr li her derî şêr e
Çi jin e, çi mêr e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.