Desteya Çand û Huner a Herêma Efrînê 3 kes ji bo nirxandina pêşbaziyên Mihrîcana Hawar a 3’an a stranan hilbijartin ku ew jî nivîskar Menan Cafer, berhevkara muzîkê Xîtam Birîm û hunermend Hedît Osman in.
Komîteya nirxandinê ya Mihrîcana Hawar kêfxweşiya xwe destnîşan kir û got, “Ev nifş dikare parastina mîrate û folklorê bike.”
Hunermend Menan Cafer bal bire ser rêbaza nirxandina pêşbazan û got: “Endamên komîteyê nirxandin di nava xwe de dabeş kirine, mamoste Xîtam Birîm muzîk, deng û tona wê dinirxîne, ez jî awaz û gotinên pêşbazan dinirxînim û hunermend Hedît Osman jî awaza giştî û deng dinirxîne.”
Têkildarî asta beşdaran Menan got, “Me hêzek di dengên beşdaran de hîs kir. Stranên ku beşdaran gotin, îşaret bi zor û zehmetiya ji ber koçberiyê, dûrketina ji erd û bajarê xwe, dikir.”
Têkildarî xebata xwe ya di nav komîteyê de Xîtam Birîm jî got, “Di mihrîcanê de ez deng, awaz, rîtmên rast û pêşkêşkirinê dinirxînim. Heta niha pêşkêşkirinên serketî hene û behreyên baş derketine holê. Ev kes dikarin parastina mîrateya Kurdî ya Efrînî bikin. Di heman demê de nûnertiya çanda gelê Efrînê bikin.”
Hedît Osman jî têkildarî xebata ku di nav komîteya nirxandinê de dike, kêfxweşiya xwe destnîşan kir.
ANHA/ŞEHBA