Ev der Kurdistan e

Nûçeyên Forum

Çarşem 7 Îlon 2022 - 03:52

YÛSİF MENTIK *

 

Desthilatdariya Kurdan di şaristaniyên Mezopotamya û sînorên erdnîgariya Kurdistanê û herêmê de xwedî rehên dîrokî yên kûr in, bi taybetî di şaristaniya Sumerî, Asûrî, Babilî, Akad, Fars, Yewnanî, Sasanî, Îslamî de. Hebûna desthilatdariyên wek: Gotî, Loloyî, desthilatdariya împaratoriya Medan li Mezopotamya û Anatoliyê beriya zayînê, desthilatdariyên Şedadî, Bazê Kurd, Hezbanî, Merwanî û hwd, belgeyên dîrokî ne ku Kurd gelê resen ê Kurdistanê û herêmê ne. 

Medan berî zayînê sala 700´î, Diyako kirin şahê Medyayê. Berî zayînê di sala 606´an de dawî li Împeratoriya Asûriyan anîn ku bi sedan salan li herêmê desthilatdariyekî tund û perçiqandin û çewsandinê dikirin.  Împaratoriya Med ji şeş eşîrên mezin pêk dihat, ku sê ji wan Kurd bûn: Busî, Strûxat, Budî, yên din jî fars û neteweyên din ên herêmê bûn. Desthilatdariya Medan di serdema padşahê dawî Astiyag de bi destê Koriş (Koriş, kurê Mendaneya keça Astiyag bû, Mendane hevjîna Qembîz (Kambîz)ê serek êla Farsan bû) û Harpakê serleşkerê Medan, bi rêya peywendiyên xizmîtiyê û civakî bi dawî hat.  

Hatina Tirkan ji Asyaya Navîn heta Asyaya Piçûk, ji Mongolya heta Fars û Kurdistanê (Mezopotamya-Anatolya) vedigere destpêka sedsala yazdehan di salên 1018, 1040, 1075´an ku di çend qonaxan de hatine. Di destpêkê de eşîrên Tirkan ên wek Ogûz, Selçûqî û Osmanî bûn û ji eşîrên Tirkan yekîtî ava kirine. Pêşî bi ser welatê Farsan de hatin, tevî dagirkirin û wêrankirinê tevkujiyên mezin jî dikirin. Lê eşîrên Kurd û miletên din ên herêmê xwe parastine û gelek kes ji wan kuştine û ew têk birine. Lê Tirkan dev jê berneda û xwe ji nû ve birêxistin kirine û êrîş kirine. Eşkere ye ku wan Îslam wek dînê fermî pejirandiye û li her cihê ku dagir kiribûn, di bin navê bipêşketina Îslamê de ev dîn ferz kirine. 

Ji sala 1075´an û pê ve, pirraniya desthilatdariya Bîzansiyan têk dibin û pirraniya axa Kurdistanê, Ermen, Fars, Yewnan, Laz û Çerkezan xistin bin desthilatdariya xwe. Herî dawî jî Stenbol wek paytexta dewleta Osmaniyan destnîşan kirine, wek her carê serokeşîr û mîrên Kurdan û miletên din ên herêmê ji bo berjewendî û desthilatxwaziyê, xwe dane pişt Tirkan. Helandina miletên din di nav miletê Tirk de kevneşopiyek bû, yek ji rêyên sultan jî ew bû diviyabû zarokên ji heft salî mezintir bidin dewletê, bi taybetî ol û neteweyên ne Tirk. Bi vê nêzîkbûnê, gelek eşîrên ji neteweyên cuda yên di nava Împaratoriya Osmanî de di nav neteweya Tirk de hatin hatin helandin.

Damezrandina Xîlafeta Osmanî vedigere malbata Osman. Ertugrul Siltan di 90 saliya xwe de dimire. Du kurên wî yên bi navê Osman û Dîndar hebûne. Divê yek ji kurên wî bikeve şûna bavê xwe. Wisa dixuyê wek rêûresm, ji bo ku tenê kesek ji wan bibe Siltan, pirsgirêk û dubendî di navbera kesên din ên xizmên kurên wî de rûnedin, kuştina yên din, bûye qanûn. Pirraniya siltanên Osmanî ev qanûn domandine. Osman 1297’an de birayê xwe Dîndar kuştiye, di 33 saliyê ew kirine Siltanê Osmanî. Ji sala 1299´an heta sala 1326´an desthilatdarî kir û di wê demê de siltantiyeke nijadperest û bi hêz a Osmanî ya Tirkan ava kir, desthilatdariya xwe berfireh kir û gelek mîr û desthilatdarên din jî xistin bin destê xwe. 

Ji bo hilkişîna ser textê siltaniyê, kuştina bira, xwîşk û xizm û qetlîama bi xwîn rêûresma Împeretoriya Osmanî ya Tirkan bû. Dixwazim çend nimûneyan raxim ber çavan: 

Siltan Bayazîdê Yekem sala 1389´an, dema bavê wî Siltan Murad mir, ayeta Quranê ya dibêje, Fitne ji kuştinê xirabtir e (والفتنة أشد من القتل) bi kar anî ji bo kuştina birayên xwe.

Siltan Mehmed Fatîh birayê xwe yê ber şîr kuştiye. 

Siltan Selîm Gazî kurê Bayezîdê Dûyem, birayên xwe hemû kuştin û kurê xwe jî sirgûn kir. 

Siltan Mehmedê Sêyem berî ku bavê xwe binax bike, xwişk û birayên xwe hemû kuştine, hin jêder dibêjin, 9 hin jî dibêjin 19 bira. 

Şerê Çaldêranê di navbera Tirk û Sefewiyan de di sala 1514´an de Tirk neçar kirin ku bi mîrên Kurdan re peymanan deynin. Bi hewlên Mela Îdrîsê Bedlîsî û Siltan Selîmê Osmanî çend mîrekiyên Kurdan ava kirin. Armanca vê nêzîkbûn û hewldanê ne ku ji bo danîna dostahiyê bi Kurdan re ye, mebest sûdwergirtina ji jîrektî û sînorên cografîk ên Kurdistanê ye ku Kurd xwe nedin pişt Sefewiyan. Siltanê Osmanî di sala 1515´an de bi awayekî fermî desthilatdariya mîrekiyên Kurdan nas kir. Dema ku Siltan Silêman sala 1520´an bû Xelîfeyê Osmanî, ev peyman binpê kir, vê yekê gelek mîrên Kurd hêrs kirin, kir ku ew xwe bidin aliyê şahê Îranê yê Sefewî. 

Her cara ku şer bûye metirsiyek li ser Împaratoriya Osmanî, siltan li xapandin û xelitandina mîrên Kurdan geriyane, di dema wan şeran de yên bi Memlûkên Sûriyê û Misrê re jî bi mîrên Kurdan re peyman îmze kirine. Eşkere ye ku bandora fanatîkî ya Îslamî, li ser mîrekên Kurdan pirr bûye û bîreweriya wan jî kêm bûye. Ji ber wê siltanê Tirkan li gorî berjewendiyên xwe keysa xwe li bikaranîne wan aniye. Ev tişt ji dirêjahiya dîrokê hetanî îro jî wekî werîsekî di nav mîr û desthilatdarên Kurdan de wekî mîras maye. Ji ber wê heta niha nikarêne statûyeke serbixweyî ya Kurdistanê ava bikin. 

Dagirkeriya Tirkan ne tenê ji bo dagirkeriyê bû, her tim ji bo nijadperestiya tûranî, otorîtarîzm û helandina miletên din di nav miletê Tirk de bûye. Ji bo vê mebestê, ola Îslamê bi kar anîne. Çavkaniyên dîrokî îsbata herî baş in; Ereb, Fars, Spanya û Ingilîz çûyîna Ewrûpayîyan a Emerîkayê bandora xwe li ser neteweyan hemûyan hebûye. Hem ji aliyê olî ve û hem jî ji aliyê etnîkî ve li cihên ku wan dagir kirine. Dagirkeriya Tirk ji wan jî derbaz kiriye. Octavio Paz, xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 1990´ê, di hevpeyvînekê de derbarê pirtûka “Goşegiriya Tenetiyê” de dibêje: “Emerîkî giringiyê didin kok û rîşeyê, ji ber ku gelên wan ên xwecihî bi tevahî hatine wêrankirin, welatê wan li ser bermahiyan hatiye avakirin, ev jî sedema jiholêrabûna şaristaniya ku berê hebû, berî hatina Ewrûpiyan. Pirtûk hewldanek e ku korbûna paşeroja me ji holê rake, xwestekek ku em bi zelalî rehên kûr û dirêj ên Meksîkayê bibînin.”

Mixabin ji bo rewşa niha ya Kurdistanê, bi taybetî li Başûr, serekên Kurdan, partî, nivîskarên dîwanxane û dezgehên ragihandinê hemû li hember binpêkirina serwerî û kerameta gel û xaka Kurdistanê bêdeng in, li hemberî hev jêhatî ne, sivikkirin û bêbextiyê û derewê dihûnin ku zindanan tije bikin ji dengên neraziyan. Tevî vê, xelkê bêkar û birçî dihêlin, mecbûrî tûravên koçberiyê dikin û dikin ku di deryayan de bibin êmê masiyan, li ser sînoran jî ji ber serma û birçîbûnê hişk bibin û bi vî hawî bibin topên bin piyê cendirmeyên sînorên welatan. Gelo jiyan bi ewqasî ye ji bo silaveke germ û destketekî madî yan pile û îmtiyazên hikûmetî û hizbî, yan jî gera li welatekî bi navê Tirkiyê ku li ser ax, xwîn û laşê gelek miletên xwecihî yên vî welatî hatiye avakirin, mirov ewqasî sernizim û lawaz û tirsonek dibe? Naxwe em bipirsin: “Tişta ku jê re tê gotin keramet û şehameta ax û netewe, di kû dera vê helwêstê de ye? Rûmet û berziya mirovan li pêşberî zalim û dagirkeran ew e ku derî li wan bigire. Heger wisa bidome, di çend dehsalên din de Kurdistan jî dê wek Emerîkayê lê were û gelên resen ên herêmê di parzûna Tûraniyan de bihelin û ji holê rabin. 

 

* Nivîskar û şairê ji Başûrê Kurdistanê li Elmanyayê dimîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.