Eşqa 59 salan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 28 Gulan 2024 - 00:09

Beşîr Ozkiliç ê 68 salî ku li Sêrtê dijî, ji sala 1965’an ve karê tamîrkirina pêlavan dike. Ozkiliç, dema hêj 9 salî bû ji aliyê pîra xwe li cem kesekî pêlavan tamîr dike, hate bicihkirin. Ozkiliç ê di 14 saliya xwe de hînî pîşeyê bû, pişt re ji xwe re kargehek vekir. Ozkiliç nêzî 20 sal in li kargeha xwe ya 3 mîtroçargoşe pîşeya xwe bi hezkirin dike û didomîne. Ozkiliç ê di nava şêniyên taxê de weke “Beşîr Ûsta” tê zanîn, ji bilî pêlavan, çanteyan jî tamîr dike. Ozkiliç, anî ziman ku “aşiqî” pîşeya xwe ye û diyar kir ku hem debara xwe dike hem jî her 5 zarokên xwe bi debara ji vir bi destxistî mezin kirine. Ozkiliç da zanîn ku heman pîşe nîşanî 2 birayên xwe jî daye û anî ziman ku tevî sal derbas dibin, hejmara kesên ku tên pêlavên xwe tamîr dikin jî kêm dibe. Ozkiliç, sedema vê yekê jî wiha vegot:“Mirov şûna ku pêlavên xwe tamîr bikin diçin pêlavan dikirin.”

Ozkiliç ê diyar kir ku bi bikirên xwe re weke malbatekê ne, îşaret bi nivîsa “Pêlavfiroşê malbatan” a li kargehê kir û got: “Bikirên min hemû gelek hêja ne, piştî têkiliya me ya bi demê re weke malbat tên dikanê.”Ozkiliç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez karê xwe bi hezkirin û paqij dikim. Ez garantiyê didim bikirên xwe; bi qalîte dixebitim. Ez xwedî îdia me. Divê dikandar rûbiken be. Heke wisa nebe ji xwe bila qet nexebite.”

MA/SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.