Pirtûka “Êşname” ya helbestvan Kadîr Çelîk ji Weşanên Payîz derket. Çelîk dibêje, ew biçe ku jî êş û bêrîkirinên wî pê re ne û ew van êş û bêrîkirinan li bejna helbestê dike.
“Êşname”ya 223 rûpelî qederê 200 helbestan dihewîne. Ev pirtûka duyem a helbestvan e. Pirtûka wî ya ewil bi navê “Payîza Pelweşan” sala 2015’an ji Weşanxaneya J&J derketibû.
Kadîr Çelîk derbarê pirtûka xwe de dibêje, ew bêhtir ji helbestên kin hez dike û li dinê her ku diçe helbestên dirêj kêm dibin. Çelîk anî ziman ku divê helbestvan merama xwe bi kurtahî bîne ziman û her çiqas helbest kin be jî divê peyama xwe bîne ziman da tîna dilê xelkê bişkîne.
Çelîk dibêje, naveroka “Êşname”yê êş û bêrikirin e û ew diçe ku jî êş û bêrîkirinên wî pê re ne. Çelîk diyar kir ku ewilî bala wî li ser helbesta klasîk bû û paşê jî dengê bayê helbesta nûjen a efsûnî lê daye û wî dest bi helbesta nûjen kiriye.
Çelîk ji gundê Omê yê navçeya Qûlû ya ser bi Konyayê ye. Çelîk endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, PEN’a Navnetewî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêde û Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê ye. Çelîk niha li Swêdê ji bo Aryen TV bernameyeke wêjeyî çêdike.
MA/AMED