Esas nasname ye ne qedexe

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 22:00

  • "Huner, nasnameya civakê ye. Em qedexeyan esas nagirin û em li her derî ne." 

Hunermend û dengbêjên Botanê nerazîbûn nîşanî qedexekirina konserên Kurdî û astengiyên li ser hunerê Kurdî da û got, "Huner, nasnameya civakê ye. Em qedexeyan esas nagirin û em li her derî ne." 

Hunermendên li Şirnexê, nerazîbûna xwe ya li hember êriş û qedexeyên dewleta Tirk li dijî çand û hunerê Kurdî anî ziman. 

Hunermend Ûmût Botan diyar kir ku qedexekirina konserên hunermendên Kurd, bi ti awayî nayê qebûlkirin: "Hişmendiya li hemberî çand û hunerê Kurdî hê nehatiye guherandin. Di demên dawî de betalkirina konserên hunermendên Kurd, qedexeya li ser zimanê Kurdî nayê qebûlkirin. Feraset hê jî ferasetên berê ne. Di sedsala 21'ê de em hê jî behsa qedexekirina konseran dikin, ev ji bo her kesî cihê rûreşiyê ye. Hunermendên Kurd jî vê qebûl nakin. Em hunermendên xwediyê vê çandê û şopdarên vê çandê dibêjin, li ku derê dibe bila bibe, em ê her tim stranên xwe bistirên.”

Huner vîna gelê Kurd e

Hunermend Dildar Didêrî jî bal bire ser astengiyên li ser hunerê Kurdî û got, "Bi sedemên cûr bi cûr diwazin ku pêşiya huner bigirin. Ti zirara hunerê li kesî tine ye. Dema ku em dibêjin huner, xweşikatî, hezkirin tê bîra mirov.

Huner di heman demê de nasnameya civakan e. Nasnameya civakan bi huneran tê nasîn. Qedexekirina huner, sedemên xwe yên jeopolîtîk hene. Em vê jî rast nabînin. Hunerê Kurdan vîna gelê Kurd e. Pêwîst e ku dengê hunerî neyê qutkirin. Divê hunermend jî berpirsyariya xwe ya li beramberî civakê bi cih bînin”. 
 
Dixwazin bi hunerê xwe azad bijîn

Dengbêj Mihemed Batû jî anî ziman ku ji bo wan bi ti awayî qedexe ne esas in û got, "Em van qedexeyên li ser çand û zimanê xwe rexne dikin. Em jî dixwazin wekî her welatekî û wekî her hunermendî bi çanda xwe, zimanê xwe û hunerê xwe azad bijîn. Divê ku hunermendên Kurd li dijî van astengiyan û qedexeyan bi paş ve gavê neavêjin û li çand û hunerê xwe xwedî derkevin." 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.