Êşa cotkarên li Koye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 7 Hezîran 2024 - 00:30

Li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê dema dirûna genim ber bi dawiyê ve diçe. Lê heta niha deriyê sayloya Koye ji bo wergirtina genimê cotyarên navçeyê nehatiye vekirin. Ji ber vê çendê cotkarên Koye û derdora wê ji neçarî berhemên xwe yê genim bi nirxek kêmtir ji nirxê hikûmetê li bazarê difiroşin.

Coytarê bi navê Sultan Hisên yê ji gundê Tîmarok a girêdayî Koye li ser mijarê got:“Îsal di hemû aliyan de cotyar zerermendin. Hikûmeta Iraqê dibêje ew ê tona genim bi 850 hezar dînar wergire. Lê li vir tona genim bi 500 hezar dînar difiroşîn. Ev jî nîva bihayê ku hikûmetê diyar kiriye. Ji ber heta niha rêjeya wergirtina genimê cotkarên Herêmê diyar nekiriye. Ji bilî wê jî heta niha saylo nehatiye vekirin daku cotyar genimê xwe radest bikin.”

Cotyarê bi navê Omer Hemed jî got:“Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê cûdahiyê dixin navbera cotkarên Herêma Kurdistan û cotyarên naverast û başûrê Iraqê de. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti alîkariyek bi cotyaran re nekiriye. Hemû xercî ji berîka cotyarên Kurde. Vê yekê jî bargiranî xistiye ser milê me. Di dema dirûna genim de jî hikûmet hemû genimê me wernagire.”

Cotyarê bi navê Bayiz Omer jî got:“Li vê deverê yek saeta dirûna bi deraseyê 75 ta 100 hezar dînare. Ev jî bargiraniyek din dixe ser cotyaran.”

Têkildarî mijarê Qeymeqamê Koye Tariq Heyder jî axivî û got: “Em bi aliyên peywendîdar re di nava danûstandinan de ne, daku navenda wergirtina genim li Koye bê vekirin. Biryare saylo were nûjenkirin û piştre were vekirin. Ji bo vê çendê jî nêzî mehek dem jê re pêwîste.”

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.