• Ciwan Atto hunermendekî ciwan ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku niha li Luksemburgê weke penaber dimîne. Ew xwe li tevgereke nû ya hunerî diceribîne ku wî bi xwe çêkiriye û navê erorîzmê lê kiriye.

Ciwan Atto hunermendekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku îro li bajarê Luksemburgê Reckingenê dimîne. Ciwan Atto yê 29 salî, li Zanîngeha Furatê beşa biyolojiyê de xwendiye û li Luxemburge beşa hunerên hevçax xwendiye. 

Hîna di zarokatiya wî de elaqeya wî ya ji bi huner peyda bûye nexasim ji ber ku malbata wî ew teşwîq dikir. Atto li ser ilmên fenî xwedî agahiyeke berfireh e û bi xwe jî îdîa dike ku wî ilmê "Erroroloji"yê bi pêş xistiye. Gava mirov bixwaze navekî bi Kurmancî li vî ilmî bike, ev ê bibe, ilmê şaşiyan. Yanî di vî ilmî de li şaşiyan û xisletên wan tê kolan. 

Ji vî ilmê hanê, wî tevgera xwe ya hunerî jî bi pêş xistiye: Tevgera Erorîst. Piştî çûriskîzma ku li dora kovara bi heman navî hewl da meydanekê ji xwe re çêke û bi hewldanên helbestkar, nivîskar Rênas Jiyan, ev ê bibe "ekoleke" din a ku "Kurd" hewl didin wê peyda bikin. Lê cihêtiyeke diyarker heye di navbera çûriskîzmê û erorîzmê de. Ya pêşî li meydaneke bi temamî Kurdî peyda bû û hewl da tesîra bike, ya dinê hunermendekî Kurd wê bi pêş dixe, lê li dîasporayê û ne illehî di nava hunermendên Kurd de yan jî li meydaneke Kurdî.
Erorîzma Atto, weke zemîna huner, zanistê dibînê. Atto dixwaze huner bi kar tîne ji bo bi gewdekirina teoriyên xwe yên di matematîka bipêşketî de û di beşên din ên stîlê zelalî û zelûliyê de. Herçî aliyê meseleyê yê teknîkî ye, ew teknolojiyên nû bi kar tîne; weke nimûne, pêkhateyên kîmyewî yên wî bi xwe çêkirî.

Fîlozofiya kêm bêhtir e

Ew difikire ku berhemên wî yên hunerî bo otantîkbûnek û fîlozofiyeke taybet xwe diyar dikin: bi vê jî ew zanînê disipêre forma herî besît, yanî fîlozofiya dibêje, "kêm bêhtir e" ew dide der. Bi vî rengî besîtbûn yek ji xisletên sereke yên hunerê wî ye. Tevî vê jî bi nûkeriyê re berhemên wî gelekî pirreng û cihêreng in. Bi hizra wî, her berhema wî xwedî karaktereke taybet e ku wî berhemî ji berhemên wî yên din cihê dike. Bi ya wî ev bigewdebûna azadiya fikrê ye û pê re jî xwe qutkirina ji dogmatîzm û qalibperestiyê ye. Bi vê jî tevgera fikrê ew nade astengkirin.

Ji rengên sar heta bi rengên tarî 

Ciwan Atto herî zêde xwe disipêre fîlozofiyeke rengên fireh, ji yên mat û sar heta bi yên tarî û germ. Ew gelek caran dijberiya rengan bi kar tîne. Gava ew hunêrê xwe dide nasîn dibêje, ew xwe jê nade alî ku her şêwazê navgînan bi kar bîne da ku berhem xwe ya hunerî temam bike. Nakokî yan jî dijberî yek ji wan navgînan e ku bi ya wî bedewiya wî şaşiyên bêhemd ên wê kêliyê nîşan dide. 

Bi her halî aliyê manewî yê hunerî di berhemîn wî de eşkere diyar e. Elaqeya wî ya ji bo mîstîzmê jî dike ku ew karibe aliyên nexuya yên berhemên hunerî jî tesîrker bin. 

FRANKFURT