Êrîşên li ser çand û ziman şermezar kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Tebax 2024 - 00:09

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan-Şaxê Kantona Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser çand û zimanê Kurdî şermezar kirin.

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan-Şaxê Reqayê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên qirkirina çandê yên ku dewleta Tirik a dagirker li dijî çanda Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tîne şermezar kirin.

Berdevak Tevgera Hîlala Zêraîn Semer Cûma ku daxuyanî xwend, binçavkirina hunermendên Kurd û êrişên li ser çanda Kurd ên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve şerzezar kirin. Semer diyar kir ku hunermendên awazên azadiyê gotin hatin binçavkirin, lê dengê wan gihişt tevahî cîhanê.

Semer Cûma got: “Her govendek çîrokek e, her çîrokek dîrokek e, her dîrokek xwedî hunermend û afrîner in. Dîroka me şaristaniya me ye, siberoja me sembola hebûna me ya. Em dê xelekên govendan bigerînin. Emê bistirên. Emê di destekî de tembûr bi destê din de daholê rakin. Emê Kurd, Ereb, Mesîh Çerkez bi hev re ne û daxwaza serbestberdana girtiyan dikin.

Piştî xwendina daxuyaniyê endamên tevgerê li qiraxa Çemê Firatê govend gerandin.

ROJNEWS-REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.