‘Êriş zerarê dide her Tirkiyeyê jî’

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • Di salvegera 10’an a Şoreşa Rojava de dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û Îran li Tehranê civiyan.

Di salvegera 10’an a Şoreşa Rojava de dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û Îran li Tehranê civiyan.

Tirkiye, Îran û Rûsya yên ku xwe wekî garantorên pêvajoya Astanayê diyar kiribûn, li Tehranê civiyan.

Beriya civîna sêalî, civîna pêşî di navbera rayedarên Îranî û serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Tayyip Erdogan de hate kirin. Pêşî serokê ruhanî yê Îranê Alî Xamaney û Tayyipû erdogan rûniştin. Piştî civînê ofîsa Xamaney daxuyaniyek da û got, “Her êrişa leşkerî ya li dijî bakurê Sûriyê wê zirarê bike li Sûrî, Tirkiye û Herêmê. Divê Îran, Tirkiye, Rûsya û Sûriye pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin.”

Gelo dewleta Tirk tiştekî bi dest dixe

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan civiyan.

Di daxuyaniya hevpar de behsa naveroka civînê nehat kirin, lê hat gotin wê hin peymanên dualî bên îmzekirin.

Piştî vê civînê di çarçoveya Pêvajoya Astanayê de civîna heftemîn a serokan hat lidarxistin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Erdogan û Reîsî aliyên civînê bûn. Heta ku nûçeya me dihat amadekirin, hîna li ser encamên civînê daxuyanî nehatibû dayîn.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.